ROJANE
Hemû Nûçe
-
Malbatên Roboskî li dijî qeyûman nerazîbûn nîşan dan
Malbatên Roboskî di 246. Hefteya Lêgerîna Edaletê de li dijî tayînkirina qeyûman nerazîbûn nîşan dan, gotin; “Em ê li ber zextên faşîzan çokan neşkînin.” -
NY: ‘Têkoşîna bi terorê re’ nabe hinceta windakirinan û înfazan
NY, bang li Tirkiyeyê kir ku Hevpeymana Windakirinên Bi Zorê îmze bike, destnîşan kir ku ‘têkoşîna bi terorê re’ nabe hinceta înfazan û windakirinan. -
Jiyana Edîp Solmaz wê îşev di STÊRK TV de were weşandin
Jiyan û têkoşîna Edîp Solmaz ê ku 14’ê Cotmeha 1979’an Serokê Şaredariya Êlihê ku di encama komployekê de hate qetilkirin, wê îşev di belgefilma “Serhildan” a di saet 22:00 STÊRK TV de tê weşadin, derkeve ser ekranan. -
Parastina dewleta Tirk a li NY bi temamî tengezariyek e: ‘Min nekir, PKK’ê kir’
Dewleta Tirk li NY têkîldarî kuştiyên li welêt parastinê bike, lê ket nav hewldanê ku tevahî qetlîamên ku bi xwe pêk aniye bixe sitûyê PKK’ê. -
Li Stenbolê darbeya AKP’ê hate protestokirin: Em ê teslîm nebin!
Girseya di pêşengiya HDP û HDK’ê de li hev kom bû, darbeya AKP/Qesrê ku bi rêka qeyûman dike, protesto kirin. Di çalakiyê de peyam hatin dayîn ku wê berxwedan bê mezinkirin û li ber vê darbeyê çok neyê şikandin, wê xwedî li şaredariyan bê derketin. -
Muslîm: Azadî tenê bi têkoşînê gengaz e
Hevserokê PYD’ê Salîh Muslîm di mîtînga Strasboûrgê de axivî û got; “Azadî tenê bi têkoşînê mimkûn e.” -
De Mîstûra: Yek ji xala lihevkirinê gihandina alîkariyê ya herêmane
Nûnerê Taybet ê NY Steffan de Mîstûra, tevî ku li Sûriyeyê agirbest heye, rexne kir ku çima alîkariyên mirovî ji bo Sûriyeyê naçe. -
Balûken: Heta tecrîd hebe, wê têkoşîna me jî bidome
Li bajarê Strasboûrgê, piştî meşê li Place Kleberê mîtîng hat lidarxistin. Balûken li vir axivî û got, "Heta tecrîd hebe, em ê jî têkoşîna xwe ya li dijî tecrîdê bidomînin." -
Kurdistanî li Strasboûrgê li dijî tecrîdê û faşîzma AKP'ê dimeşin
Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn, li bajarê Strasboûrg ê Fransayê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şermezarkirina pêkanînên faşîst ên rejîma AKP'ê dimeşin. -
Ciwanên Azad ji bo şikandina tecrîdê bang kir
Koordînasyona Ciwanên Azad, li dijî tecrîdê û êrîşên AKP'ê bang li ciwanan kir, ku bi rengekî aktîf tevlî çalakiyan bibin. -
Saziyên Dersîmê zilma dewletê dixin rojeva meclîsê
Saziyên Dersîmê, zilma dewleta Tirk ku di bin navê Rewşa Awarte de li Dersîmê gihîştiye asta herî bilind, dixin rojeva meclîsê. -
Tecrîd û desteserkirina şaredariyan li Awûstûryayê hatin şermezarkirin
Kurdistaniyan li Viyanayê tecrîda li ser Ocalan û desteserkirina şaredariyan şermezar kirin û ji Yekîtiya Ewropa û CPT'ê xwestin, ku li dijî tecrîdê bikevin nava tevgerê. -
Kurdistanî li Strasboûrgê li hev dicivin
Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn, ji bo meş û mîtînga li bajarê Strasboûrg ê Fransayê, li hev dicivin. -
'Çalakiyên me wê heta rakirina tecrîdê bidomin'
Kurdistaniyên li Elmanyayê dijîn, ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar bikin, mîna her hefteyê vê Çarşemê jî li Asmûs Bremer Platz a li bajarê Kîelê li hev civiyan. -
Têkoşîn, têkoşîn, têkoşîn!
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik got, "Aştî û çareserî tenê bi têkoşînê pêk tê... Ji bilî têkoşînê kî qala tiştekî din bike, ev yek wê xizmetê ji armancên qirkirin û mêtîngerî re bike." -
Agirbest bi 2 rojên din hat dirêjkirin
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya DYA Mark Toner got, agirbesta li Sûriyeyê bi 2 rojên din hatiye dirêjkirin. -
Li Brîghtonê çalakiya li dijî desteserkirina şaredariyan
Li bajarê Brîghton ê Îngilîstanê, Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Sûssexê li navenda bajêr çalakiyek lidar xist û desteserkirina şaredariyên li Bakurê Kurdistanê şermezar kir. -
Desteserkirina Şaredariyan li Balafirgeha Arlandayê hat şermezarkirin
Desteserkirina 24 Şaredariyên Kurdan ên li Bakurê Kurdistanê, li Balafirgeha Arlanda ya li paytexta Swêd Stockholmê bi xwepêşandanekê hat şermezarkirin. -
Rojnamevan û mamosteyên Swêdî binpêkirinên li Tirkiyeyê nîqaş kirin
Binpêkirina mafên mirovan û azadiya ramanê yên li Tirkiyeyê, di panela bi mijara 'Li Tirkiyeya Erdogan, azadiya ramanê û mafên mirovan a li qada kar" de hatin nîqaşkirin. -
Li Parlamenta Ewropayê Koma Dostaniya Şengal-Êzidî ava dibe
Meclîsa Şengalê ya Dîasporayê piştî hevdîtina bi Koma Sosyalîst û Demokratan a li Parlamenta Ewropayê (PE) ragihand, ku wê li PE Koma Dostaniya Şengal-Êzidî ava bibe. -
Kurdên ku li Ewropa wê sibehê biherikin Strasboûrgê
Kurdên li Ewropayê dijîn wê sibehê li bajarê Strasboûrg ê Fransayê kom bibin, wê li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurda Abdullah Ocalan û pêkanînên faşîst ên AKP’ê yên li ser Kurdan, bimeşin. -
Bîld: Hemû nûnertî û dibistanên Elman ên li Tirkiyeyê hatin girtin
Rojnameya Bîld a Elman,ragihand ku ji ber sedemê gefa êrîşanên li dijî Sefaretxaneya Elman a li Enqereyê, hemû nûnertiyên Elmanya hatine girtin. -
Li Arnhemê protestoya qeyûm û tecrîdê
Li bajarê Arnhem ê Hollandayê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bi qeyûman desteserkirina şaredariyên DBP’ê bi çalakiyekî bêîtîhatiya sîvîl hate protestokirin. -
Schoulgîn: PKK divê ji lîsteya terorê were derxistin
Cîgirê Serokê PEN’ê ya Navnetewî Eugene Schoulgîn di semînereke bi navê ‘’Tirkiye ber bi kû ve diçe?’, li Osloyê axivî û got, ew Tirkiyê ji nêz ve dişopînin û navnîşana çareseriya bernameya muzekereyê bi Kurdan re ye. -
Ji bo protestokirina qeyûm şaredariya Swêdê hate dagirkirin
Tayînkirina qeyûmên hikûmeta AKP’ê ya li dijî şaredariyên Kurdan, li bajarê Orebro yê Swêdê bi dagirkirina avahiya şaredariyê hate protestokirin.