Kurdên ku li Ewropa wê sibehê biherikin Strasboûrgê

Kurdên li Ewropayê dijîn wê sibehê li bajarê Strasboûrg ê Fransayê kom bibin, wê li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurda Abdullah Ocalan û pêkanînên faşîst ên AKP’ê yên li ser Kurdan, bimeşin.

Di çalakiyê de wê Hevserokê PYD’ê Salih Muslim, ji heyeta Îmaraliyê Parlementerê HDP’ê Îdrîs Balûken, rêveberên Meclîsa Dîaspora ya Şengalê ku rojên borî dawî li greva birçîbûnê anîn û gelek parlementerên Parlementoya Ewropayê (PE) wê beşdar bibin.

Li ser banga Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (KCD-E) û saziyên din ên Kurd wê li welatên Ewropa bi hezaran kes li Strasboûrgê li dijî tecrîd û polîtîkayên faşîzim ên ku hewl didin vîna gelê Kurd ên li Kurdistanê bişkînin dengê xwe bilind bikin.

Wê di saetên sibehê de Kurdistanî li Tlace de la Boûrs a Şaredariya Anakent a Strasboûrgê kom bibin, wê di saet 10:30’an û şûn de ji vir heta navenda Bajêr Tlace Kleberê bimeşin. Wê li Place Kleberê jî di saet 11:00’an de jî mîtîngek bê lidarxistin.

Di mîtîngê de wê Hevserokê PYD’ê Salih Muslim, ji heyeta Îmaraliyê Parlementerê HDP’ê Îdrîs Balûken, rêveberên Meclîsa Dîaspora ya Şengalê ku rojên borî dawî li greva birçîbûnê anîn û gelek parlementerên Parlementoya Ewropayê (PE) wê beşdar bibin û li vir axaftin bikin.