HDP'ê ji bo akademîsyen û mamosteyan name ji saziyên navneteweyî re şand

HDP'ê ji bo akademîsyen û mamosteyên ji kar hatin derxistin, ji nûnerên saziyên navneteweyî re name şand. Di nameyê de banga piştgiriyê hat kirin.

Hevserokên Giştî yên HDP'ê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş, têkildarî akademîsyenên aştîxwaz û mamosteyên ji kar hatine derxistin, îro nameyek ji nûnerên saziyên navneteweyî re şandin.

Di nameyê de hat gotin, hikûmeta AKP'ê bi bahaneya têkoşîna li dijî darbeyê, Kurdan û mûxalîfan hedef digire. Hevserokan li ser rewşa akademîsyen û mamosteyên ji Egîtîm-Senê yên ji wezîfeyê hatin girtin, agahiyên berfireh dan.

Buroya Çapemeniyê ya HDP'ê li ser mijarê daxuyaniyek da û got, "Hevserokên me bang li saziyên navneteweyî, aktîvîstên li qada perwerde û sendîkayê dixebitin û rêxistinên mafên mirovan kirine, ku ji bo sekinandina van pêkanînên otorîter bikevin nava hewldanan û piştgiriyê bidin akademîsyen û mamosteyan."

NAME JI KÊ RE HAT ŞANDIN?

Name ji van nûneran re hat şandin:

"Komîserê Mafên Mirovan ê Neteweyên Yekbûyî Zeîd Ra'ad Zeîd El Huseyîn, Komîsera Mafên Mirovan a Konseya Ewropayê Nîl Mûîznîeks, Sekreterê Giştî yê Konseya Ewropayê Thorbjorn Jagland, Komîserê Komîsyona Ewropayê yê ji Berfirehbûnê Berpirsyar Johannes Hahn, Nûnera Bilind a Polîtîka Parastin û Têkiliyên Derve ya Yekîtiya Ewropayê Federîca Mogherînî, Serokê Parlamenta Ewropayê Martîn Schûlz û Raportora Tirkiyeyê ya Parlamenta Ewropayê Katî Pîrî."