Polîsên Tirk wesayîtek gulebaran kir: Kesek giran birîndar bû
Polîsên Tirk li navçeya Payîzava ya Wanê li wesayîtekê gule reşand. Di encama gulereşandinê de kesek giran birîndar bû.
Polîsên Tirk li navçeya Payîzava ya Wanê li wesayîtekê gule reşand. Di encama gulereşandinê de kesek giran birîndar bû.
Li derketina Payîzavayê ya Wanê danê êvarê polîsan wesayîtek dan ber guleyan. Di encama gulebaranê de ajokarê wesayîtê Îyeç Çakir (25) ji serê xwe birîndar bû. Çakir bi ambulansan birin Nexweşxaneya Lokman Hekîm. Hate ragihandinku rewşa Çakir xetere ye.
Bi bihîstina bûyerê xizmên Çakir hatin nexweşxaneyê. Xizmên Çakir destnîşan kirin ku ew bi wesayîta xwe diçû mala xwe ya li gundê Saçan a navçeya Elbakê. Her wiha derdora nexweşxaneyê ji aliyê polîsan ve hat dorpeçkirin.