Êşkenceyê li Kulaçoglu dikin
Taylan Kulaçoglu ku di nav çarçoweya lêpirsîna Redhackê de hatibû binçavkirin, rastî li êşkenceya lêgerîna tazî, gef û dijûnan tê.
Taylan Kulaçoglu ku di nav çarçoweya lêpirsîna Redhackê de hatibû binçavkirin, rastî li êşkenceya lêgerîna tazî, gef û dijûnan tê.
Piştî ku ji hêla Redhackê ve adrêsên maîlê û hesabê İCloûd yê Wezîrê Enerjiyê Berat Albayrak û zavayê Erdogan ji hêla RedHackê ve hate bidestxistin, operasyon hate binçavkirin .û heta niha hijmara kesên ku hatine binçavkirin 5 kes in.
Parêzerê Kulaçoglu îro li Midûrîyeta Sûcên Organîze ê Emniyeta Enqerê Kulaçoglu dît.
Parêzer Firat Durak diyar kir, li Midûrîyeta Emniyetê ya Stenbolê miwekîlê wî rastî li lêgerîna tazî hatiye û got, ‘’Piştî ku ew anîne Midûrîyeta Emniyetê ya Enqerê gelek caran lêdan xwariye, xwarin nedanê, ji pêdiviyên sereke yên însanî bê par maye, gef lê xwarine û dijûn lê kirine.’’
Durak got tişta ku bi ser miwekîlê wî de anîne êşkence ye û got, ‘’yên ku nikarin ji delîlan xwe bigihînin bersûcan, mirovên ku bêsûcbûna wan gelek caran hatiye ispatbûn jî bi zorê dixwazin bi wan bidin gotin’’
Durak got ew ê pey vî karî bernedin û diyar kir, ‘’Kesên ku îro rûmeta mirovan binpê dikin, em bawer in ku sibe wê daxwaza ‘adalet’ê bikin. Weke ku duh bûyî.’’