Demîr: Min nûçegihanî kir, ez çûm, min dît û nivîsî

Darizandina nûçegihana ANF’ê û ETHA’yê Arzû Demîr dest pê kir, ku li ser pirtûka wê ‘’Dağın Kadın Hali’’ (‘’Rewşa Çiyê ya bi Rengê Jinê’’) dadgehê biryara berhevkirina wê dabû.

Rûniştina doza Arzû Demîr li Girtîgeha Cizayê Giran ê 13. a Stenbolê dest pê kir.

Arzû Demîr wiha got: ‘’Ku pêvajoya çareseriyê ya li Îmraliyê bi mebesta çareserkirina pirsgirêka Kurd a li ser bigeha demokratîk û aştiyane berdewam bikira- wê ‘Rewşa çiya ya bi rengê jinê’ nehate qedexekirin’’ û bi berdewamî got, ‘’Ez û pirtûka xwwe weke gelek pirtûk û hevpîşeyên min yên ku têne darizandin, em mexdûrê şer in ku dîsa dest pê kiriye’’

 ‘’MIN NÛÇEGIHANÎ KIR’

Arzû Demîr wiha anî ziman: ‘’Min rastî nivîsand. Bi qutebirî min nûçegihanî kir. Ez çûm, min dît, axivîm û min nivîsî’’ û tawanbarî red kirin.

Demîr di parastina xwe de got: ‘’Min xwest ku weke nûçegihanekê van jinan ku ne tenê Tirkiye dinya jî hemû li ser wan diaxive nas bikim, min xwest bizanim kî ne, çi difikirin û wan bibînim. Ango min rojnamevanî kir. Ez çûme cihê bûyerê ango wargehên ku ev jin lê dimînin û ez bi wan re axivîm, min teknîka hevpeyvînê bi kar anî û min nivîsî.’’

 ‘MIN BI HÊVIYÊ NIVÎSÎ KU TIŞTEKÎ LI HÊVIYA AŞTIYÊ BIKE’

Demîr bal kişande ser peymana aştiyê ku duh li Kolombiya hate îmzekirin wiha axivî: ‘’Heke Tirkiye piştî 7’ê Hezîranê neketa şerekî min dixwest biçim wargehên gerîlayên FARC’ê, wan bibînim, biaxivim û binivîsim. Hêviya aştiyê ya li Kolombiyayê kelecanê dide min jî bi kîlometreya ji min dûr e jî.’’

ÎDÎA

Di îdîanameyê de ku ji hêla Dozgeriya Komarê ya Stenbolê ve hatiye amdekirin, tê gotin Arzû Demîr di pirtûka ‘’Rewşa Çiyê Ya Bi Rengê Jinê ‘’çalakiyên PKK’ê rewa dide nîşandan, dipesisîne, êrîşan dipesisîne û teşwîq dike.’’

Demîr bi hinceta ku ‘’Propagadanya rêxistinê kiriye’’, ‘’Teşwîq kiriye ku sûc were kirin’’, ‘’Pesinandina sûc û sûcdar’’ di navbera 2 sal û 14 sal 6 mehan de ceza jê re tê xwestin.

DOZA XWE DUYEMÎN DI RÛNIŞTINÊ DE HÎN BÛ

Arzû Demîr di dema rûniştinê de hîn bû ku li ser pirtûka wê ya bi navê (‘’Şoreşa Rojava a bi rengê Jinê’’) doz hatiye vekirin. Demîr got ne ji wê û ne jî ji parêzera wê re ti teblîgat nehatiye kirin, ew ê parastinê neke.

Dadgehê doz taloqî 8’ê Mijdarê kir.