NAV-YEK: Li şuna ku hesab bidin, ji bo fermanekî nû li hev dikin

NAV-YEK’ê têkildarî civîna îro ya ku bi beşdariya hevkarên dijmin ku li Şerfedînê daxwaza ku gerîlayên PKK’ê ji Şengalê derkevin daxuyaniyek da û wiha got: “Li şûna ku hesb bidin, ji bo fermanên nû li hev dikin.”

Navenda Yekîtiya Komelê Êzidî (NAV-YEK) bi daxuyaniyekî nivîskî diyar kir ku vê hewldana îro ya li meqamê pîroz Şerfedînê pêk hatiye bi tûndî şermezar dikin.

NAV-YEK’ê diyar kir ku yên ku civaka Êzidî bi komkujiyê re rû bi rû hiştin, radestî çeteyên DAIŞ’ê kirin, li cihê hesaba vê bidin, berevajî wê îro fermanê bi şêweyên cuda li ser civaka Êzidiyên Şengalê berdewam dikin. Di demên dawiyê de bi ketina nava hewldanên nû, mezinên gelê me yê Êzidî, nûnerên wan ên baweriyê, lîderên ruhanî, serokên eşîran dixwazin bînin gel hev û bikin hevalbendên sûcên xwe.

Di daxuyaniya NAV-YEK’ê de wiha hate gotin: “Dixwazin li dijberî PKK’ê ku di rojên herî zehmet ên Êzidiyan bi hewara wan hat, civaka Êzidî ji komkujiyê rizgar kir û di vê oxirê de bi sedan şehîd da û xaka wan a pîroz parastin, ên ku di nava hewldanên civaka Êzidî li hemberî PKK’ê derbixînin, di nava lîstokek pir metirsîdar de ne. Ji bo Êzidî bûna xwedî îradeya xwe, parastina xwe û bikaribin bigehin asta bi xwe rêveberiya xwe kirin, ev hemû sedemê hebûna PKK’ê ya mayîna li Şengalê ne. Hîna metirsiya DAIŞ’ê derbas nebûye û hîna jî gelek gundên Êzidiyan di destê DAIŞ’ê de ne. Di bin van şert û mercan de yên ku dixwazin Êzidiyan li dijî PKK’ê sor bikin, daxwazkirina derxistina PKK’ê ji Şengalê, hewldanên cardin Êzidî bi komkujiyê re rû bi rû hiştin û Êzidî xistina dibin desthilatdariya xwe de ye. Daxwaza derketina PKK’ê ji Şengalê û kirina vê yekê bi destê Êzidiyan, xerabiya herî mezine li hemberî Êzidiyan tê kirine."

NAV-YEK’ê destnîşan kir ku gelê Êzidî tevî hemû şert û mercên zehmet ên jiyanê û bê derfetiyan, çiyayê Şengalê berneda û hebûna xwe didomîne. Alîkariyên ji aliyê saziyên alîkariya navneteweyî ve tên şandin, ji aliyê hikûmeta herêmê ve weke rantekê li dijî gelê ne pê re ye bi kar tîne û ji hemû alîkariyan bêpar dihêle. Gelê Êzidî ev 2 sal in ji hemû alîkariyan bê par hatiye hiştin û li ser Şengalê ambargoyekî nehatî îlankirin tê meşandin. Bi van hemû ferzkirinan re dixwazin ku gelê Şengalê xwe radestî wan bike.

Herî dawî NAV-YEK’ê ev bang kir: “Divê civaka me ya Êzidî firsendê nede yên xiyanet li wan kirine. Yekîtiya xwe çêbikin, rêxistinbûna xwe çêkin û lîstokên li ser wan tên ferzkirin xera bikin. Ji yên rê li hemberî fermanê vekirin re, li hemberî civaka Êzidî sûc kirin hesab bipirsin, helwest danin û nebin hevalbendên sûcê wan.”