Li Dûîsbûrgê protestoya tecrîd û qeyûmê
Li bajarê Dûîsbûrg ê Elmanyayê li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bi qeyûman desteserkirina şaredariyên DBP’î bi çalakiyek rûniştinê hate protestokirin.
Li bajarê Dûîsbûrg ê Elmanyayê li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bi qeyûman desteserkirina şaredariyên DBP’î bi çalakiyek rûniştinê hate protestokirin.
Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bi qeyûman desteserkirina şaredariyên DBP’î li Dûîsbûrgê hate protestokirin.
Çalakiya rûniştinê ya ku li bajarê Dûîsbûrg ê Elmanyayê ji hêla Komîsyona Jinê ya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk hate organîzekirin û li ber Stasyona Trenê hate lidarxistin, bi tevlîbûna gelek Kurdistaniyan pêk hat.
Di çalakiyê de daxuyaniya çapemeniyê bi zimanê Elmanî hate xwendin û polîtîkayên çeteyên AKP/Qesrê hatin teşhîrkirin. Di çalakiyê de ku li Qada Stasyonê hate lidarxistin, dirûşmeyên “Ji Ocalan Re Azadî”, “Bijî Serok Apo”, “Qatil Erdogan, Ji Kurdistanê Biceheme”, “Ji Qeyûmên Şaredariyan re Êdî bes e”, “Terorîst Erdogan”, “Dîktator Erdogan” hatin berzkirin.
Çalakiya rûniştinê ya saet 17.00-19.00’an hate lidarxistin bi mîtîngekê bi dawî bû.