Erkan Yildirim, 15 roj in ji bo birayê xwe yê binçavkirî nobetê digire

Erkan Yildirim, ji bo birayê wî Gokhan Yildirim ê ku 13’ê Îlona 2016’an hate binçavkirin û bi hinceta OHAL’ê ti îzaha binçavkirina 15 rojan nehate kirin serbest bê berdan, li ber Navenda Kirîn û Firotinê ya Cevahîr dest bi nobeta edaletê kir.

Erkan Yildirim, ji bo birayê wî Gokhan Yildirim ê ku 13’ê Îlona 2016’an hate binçavkirin û bi hinceta OHAL’ê ti îzaha binçavkirina 15 rojan a li Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê tê ragirtin nehate kirin serbest bê berdan, li ber Navenda Kirîn û Firotinê ya Cevahîr dest bi nobeta edaletê kir. Bira Yildirim bal kişand ku tevî 15 roj jî derbas bûne têkîlîdarî hinceta binçavkirina biyarê wî ti agahiya wî nîne, destnîşan kir ku hikûmeta AKP’ê bi OHAL’ê ve dixwaza êşkenceyê rewa bike.

‘AKP BI OHAL’Ê HEWL DIDE ÊŞKENCEYÊ REWA BIKE’

Bira Erkan Yildirim ji bo birayê xwe Gokhan Yildirim ê 15 roj berê ji hêla Polîsên Şaxa Ewlehiyê hate binçavkirin û di bin navê OHAL’ê de bi awayekî bêhiqûqî li Midûriyeta Emniyetê ya Vatanê tê ragirtin, li ber Navenda Kirîn û Firotinê ya Cevahîr a li Şîşliyê çalakiya rûniştinê da destpêkirin. Yildirim ê ku di dorpêça polîsan de bi pankarta “Gokhan Yildirim 15 roj in bi awayekî keyfî binçavkirî ye, bila bê berdan” çalakiya xwe li dar dixe, ji hêla malbatên TAYAD’î tê destekkirin.

Bira Yildirim diyar kir ku birayê wî Gokhan Yildirim 13’ê Îlonê ji hêla polîsên Şaxa Ewlehiyê li Esenyûrtê hatiye binçavkirin û got; “Birayê min wê rojê ji bo serdana malbatê ya ji bo cejnê hatibû Esenyûrtê. Dema bi birayê min ê mezin re li Esenyûrtê digeriya ji hêla polîsan hatin dorpêçkirin û bi gotina ‘lêgerîn ji bo te heye’ hate binçavkirin.”

Yildirim di dawiya axaftina xwe de ev gotin: “ Ev eziyeta çi ye? Hikûmeta AKP’ê bi awayekî fermî di bin navê OHAL’ê de hewl dide êşkenceyê fermî bike.”

Yildirim ragihand ku malbat bi fikar e, ji ber vê dema dirêj a binçavkirinê dayika wan nexweş ketiye û destnîşan kir ku heta birayê wî bê berdan wê li ber Cevahîrê nobeta xwe ya edaletê bidomîne.

...