Di operasyonên qirkirina siyasî de gelek kes hatin binçavkirin û girtin

Operasyonên qirkirina siyasî yên bi fermana AKP/Qesrê tên meşandin, dewam dikin. Di van operasyonan de ku li dijî Kurdan û mûxalîfan tên kirin, gelek kes hatin binçavkirin û girtin.

Li Sêrt û Erzîromê 6 kes hatin girtin. Du nûçegihanên Evrenselê jî di dema amadekirina nûçeyê de hatin binçavkirin.

MÊRDÎN

Li navçeya Artûklû ya Mêrdînê, ciwanê bi navê Abdullah Înal ê ji Şirnexê hat binçavkirin. Înal ê li malê hat binçavkirin, birin Midûriyeta Emniyetê ya Bajêr.

RIHA

Xebatkarê Şaredariya Wêranşarê ya Rihayê Mehmet Ekîncî li avahiya şaredariyê piştî wardiyeya xwe ya şevê temam kir, dema ku diçû mala xwe ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin. Ekîncî di rê de hat rawestandin, piştî kontrola nasnameyê bi îdiaya der barê wî de biryara lêgerînê heye hate binçavkirin û birin Midûriyeta Polîsan a Wêranşarê.

SÊRT

Li Sêrtê di serdegirtina malan ê 2'ê Îlonê de rêveberê berê yê DBP'ê yê Çewlikê Mesût Erdogan, xwendekarên Zanîngeha Sêrtê Adem Ozturk, Hêlîn Gunay, Îbrahîm Halîl Guneş û Naîme Kaplan ên hatibûn binçavkirin sewqî dozgeriyê hatin kirin. 5 kes piştî îfadeyên dozgeriyê bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. 5 kes bi îdiaya "endamê rêxistinê ne" hatin girtin û şandin Girtîgeha Tîpa E ya Sêrtê.

ERZÎROM

Li navçeya Xinûsê ya Erzîromê di serdegirtina malan de welatiyê bi navê Fevzî Yilmaz ê ku hatibû binçavkirin derxistin dozgeriyê. Yilmaz bi îdiaya "endamê rêxistinê ye" sewqî dadgehê hat kirin. Dadgeha Cezaya Giran a Xinûsê bi heman îdiayê der barê Yilmaz de biryara girtinê da û şandin Girtîgeha Tîpa H a Erzîromê. 

AGIRÎ

Li navçeya Giyadîn a Agiriyê, Ferhat Demîr ê di 24'ê Îlonê de hatibû binçavkirin û ji aliyê dadgehê ve bi şert hatibû berdan, duh êvarê dîsa hat binçavkirin. Demîr li Midûriyeta Emniyetê ya Navçeyê tê girtin.

EDENE

Li Edeneyê, danê sibehê polîsan avêtin ser malên endamên ESP û SGDF'ê. Di serdegirtinan de Mehmet Anil, Mehmet Erzûrûmlûoglû, Aylîn Yildiz, Makbûle Ozdemîr, Dîlan Kaya û Fatma Ozdemîr hatin binçavkirin. Binçavkirî birin Şaxê TEM'ê yê Midûriyeta Emniyetê ya bajêr.

STENBOL

Li navçeya Esenyûrt a Stenbolê, malbateke ku bo erseya xwe doz vekiribûn diyarkiribûn ku li gel doz qezenc kirine jî, şaredarî beşek ji erdê wan desteser kiriye û îro danê sibehê têkildarî vê xwestin ji bo çapemeniyê daxuyaniyê bidin. Lê peywirdarên ewlehiyê yên şaredariyê û polîsan destûra daxuyaniyê nedan û nûçegîhanên Rojnameya Evrenselê Eren Ergîne û Cûmalî Kaya yên ji bo şopandina nûçeyê hatin binçavkirin.  Nûçegîhan demeke dirêj li odeyeke avahiya şaredariyê hatin girtin û nekarîn parêzera xwe Gamzer Gokoglû bibînin. Piştî 3 saetan polîsan nûçegihan birin qereqolê.