Balûken: AKP û Cemaet hevdîtinan dike
Serokwekîlê Koma HDP’Ê Balûken got, tê gotin AKP û Cimeta Gulen hev dibînin û lihevkirinek di navbera wan de çêbûye.
Serokwekîlê Koma HDP’Ê Balûken got, tê gotin AKP û Cimeta Gulen hev dibînin û lihevkirinek di navbera wan de çêbûye.
Serokwekîlê Koma HDP’ê Îdrîs Balûkên îro li Meclîsê daxuyaniyeke çapemeniyê da û têkildarî rojevê nirxandinin kirin.
Balûken diyar kir, bi navê ‘’Têkoşîna dij darbeyê’ dijdarbeyek hatiye kirin û got nîşane hene ku beriya hewldana darbeyê ev hatiye plankirin.
‘JI BO DERNEKEVE HOLÊ HEWLDANEKE BI ZANEBÛN HEYE’
Balûken diyar kir xebata komîsyona ku darbeyê lêkolîn bike ji hêla AKP’ê ve tê astengkirin û wiha got: ‘’Ti derdê AKP’ê nîn e ku bi darbeyê re hevrû bibe. Ditirsin ku têkiliyên wan ên bi darbekaran re û yên bi darbeyê re derkevin holê. Lingê siyasî yê vê darbeyê diçe heta bi kû? Di Meclîsê lingên vê darbeyê kî ne? Hewldaneke bi zanebûn heye bi mebesta ku lingê siyasî yê darbeyê dernekeve holê.’’
‘LÊGERÎNA LIHEVKIRINÊ HEYE?’
Balûken diyar kir, tê gotin di navbera AKP’ê û Cemaetê de hevdîtin hene û lihevkirinek çêbûye û wiha anî ziman: ‘’Di kulîsên Enqerê de tê gotin di navbera AKP’ê û Cimawta Gulen de bi rêya navbeynkaran hevdîtin pêk tên. Bi cemeatê re hevdîtineke wiha, lêgerineke wiha heye?’’
‘CIMAET HÊNCET E, KURD Û MUXALÎF DI HEDEFÊ DE NE’
Balûkên li ser desteserkirina şaredariyên Kurd jî g ot hê jî şaredarên ku her cure destek dane Cemaetê li ser destan têne ragirtin.
Balûken got, operasyona bi hênceta darbeyê tê kirin, berê xwe daya muxalîfên AKP’ê û got: ‘’AKP Cemaetê nîşan dike, wê dike hêncet û berê xwe dide Kurd û muxalîfan. Darbeyê nîşan dide û hesab dike darbeya xwe pêk bîne’’
Balûken diyar kir ji ber polîtîkayên şaş ên AKP’ê Tirkiye ketiye krîza aborî û hikûmet bi operasyonên têgihiştinê hewl dide ku vê ji civakê veşêre.