Delegasyona Aştiyê ya Îmraliyê ya Navneteweyî bang li CPT kir

Endamên Delegasyona Aştiyê ya Îmraliyê ya Navneteweyî, ku parêzerê Nelson Mandela Essa Mossa jî di nav de ye, bang li Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) kir, ku derhal biçe serdana Girtîgeha Îmraliyê.

Endamên delegasyonê ji CPT xwest, dest ji helwesta xwe ya 'cesaretê' dide tecrîd û sîstema îşkenceyê ya Îmraliyê berde û fikara bi mîlyonan mirovî bibîne.

Di nameyê de ku ji Dîrektorê CPT Mykola Gnatovskyy re hat nivîsandin, hat ragihandin ku ji 5'ê Nîsana 2015'an û vir ve destûr nayê dayîn Ocalan kesî bibîne û herî dawî di 11'ê Îlonê de bi rêya birayê wî Mehmet Ocalan yekemcar agahî jê hatiye girtin. Di nameyê de weke deleasyona aştiyê fikarên li ser rewşa Ocalan hatin destnîşankirin û hat ragihandin, ji ber bûyerên di dema hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê de qewimî, fikar zêde bûne.

Di nameyê de ji CPT hat xwestin, bûyerên di şeva 15'ê Tîrmehê de qewimîn bên ronîkirin, Îmrali were ziyaretkirin û bi efserên Tirk ên plan kirin êrîşî Îmraliyê bikin û piştre xwe li Yewnanîstanê girtin, hevdîtin bê kirin.

Endamên delegasyonê dan zanîn, ku ji ber bûyerên qewimîn, fikarên gelê Kurd zêde ne û bibîr xistin, ku ji ber vê yekê li Amedê 50 siyasetmedarên Kurd û li Strasboûrgê jî Êzidiyên rêveberên Meclîsa Şengalê ya Dîasporayê ketine greva birçîbûnê.

'OCALAN DAXWAZA AŞTIYÊ DIKE, LÊ LI ÎMRALIYÊ SÎSTEMA ÎŞKENCEYÊ DEWAM DIKE'

Di nameyê de bal hat kişandin mesaja Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku bi rêya birayê xwe Mehmet Ocalan got, 'eger dewlet bixwaze em dikarin vê pirsgirêkê di nava 6 mehan de çareser bikin' û hat destnîşankirin, ku tevî tecrîda zêdeyî 18 mehan jî, Ocalan di hewldanên aştiyê de israr dike. Di dewama nameyê de hat ragihandin, li pêşberî vê yekê dewleta Tirk 'sîstema îşkenceyê' ya li Îmraliyê didomîne.

Endamên Delegasyona Aştiyê ya Navneteweyî diyar kirin, ku di ser serdana CPT a li Îmraliyê re ku di meha Nîsanê de pêk hatibû meh derbas bûn, lê hê jî rapora li ser vê serdanê nehatiye weşandin. Endamên delegasyonê xwestin, ev rapor bi lezgînî were parvekirin.

'CPT BI BERPIRSYARIYA XWE RANABE'

Di nameyê de rexne hat kirin, ku tevî van fikarên raya giştî ya Kurdistanê û cîhanê CPT bi berpirsyariya xwe ranabe û bal hat kişandin ser daxuyaniya CPT ku di 7'ê Îlonê de çû Tirkiyeyê, lê neçû Girtîgeha Îmraliyê.

'CESARETÊ DIDE POLÎTÎKAYA TECRÎD Û ÎŞKENCEYÊ YA HIKÛMETA TIRK'

Delegasyona Aştiyê ya Îmraliyê ya Navneteweyî di nameya xwe de destnîşan kir, ku ev yek li dijî berpirsyariyên CPT ye û di heman demê de tê wateya ji nedîtî hatine fikarên bi mîlyonan mirovî. Di nameyê de hat gotin, "CPT ti tiştî nake û bi rengekî sergirtî cesaretê û destekê dide îşkence û tecrîda hikûmeta Tirk li dijî Abdullah Ocalan dike."

Di dawiya nameya Delegasyona Aştiyê ya Îmraliyê de bang li CPT hat kirin ku encamên serdana xwe ya meha Nîsanê eşkere bike, daxwaza bi mîlyonan mirovî ya ji bo pêkhatina hevdîtinê bibîne û bi lezgînî biçe serdana Ocalan.

Şexsiyetên mora xwe danîne binê nameya li ser navê Delegasyona Aştiyê hatiye nivîsandin:

Dadger Essa Mossa (Serokê Delegasyonê), International Peace and Reconciliation Initiative (Afrîka Başûr)

Prof. Karîane Westrheîm, Seroka Komîsyona Sivîl a Yekîtiya Ewropa-Tirkiye, Profesora Bergen û endama berê ya Rafto Board (Norwêc)

Fr. Joe Ryan, Serokê Komîsyona Hiqûq û Edaletê Westmînster (Brîtanya) 

Thomas Jeff Miley, Hîndekarê Civakînasiya Siyasetê ya Zanîngeha Cambrîdge (Brîtanya)

Federîco Ventûrînî,  Hîndekarê School of Geography, University of Leeds (Brîtanya)

Radha D' Soûza, Profesorê University of Westmînster, School of Law (Brîtanya)

Janet Biehl, Nivîskar û edîtor (DYA)

Francesco Andrade Velasco, Wezîrê berê yê Çandê yê Ekvatorê 

Andrej Hunko, Parlamenterê Federal ê Partiya Çep (Dîe Lînke) a Elman

Dîmîtrî Roûssopoûlos, ji damezrînerên Kanada Transnational Institute for Social Ecology

Eîrîk Eîglad, nivîskar û weşanger (Norwêc) 

Lûcena Gonzalez Edgar de Jesûs, Parlamenterê endamê Assamble ya Neteweyî ya Venezûelayê.