Komîsertiya Bilind a Mafên Mirovan a NY di 33. Rûniştinên Mafên Mirovan a Meha Îlonê de binpêkirinên mafên mirovan ên li welatan nîqaş dikin.
Di 5. Roja rûniştinan de Şahidê qetlîama Cizîrê Parlamenterê HDP’ê Faysal Sariyildiz axivî.
Sariyildiz mafê axaftinê wergirt û qetlîama Cizîrê xist rojeva cîhanê.
EZ ŞAHIDÊ ZINDÎ YÊ CIZÎRÊ ME…
Sariyildiz got, “Di qedexeya kolanan de ku li Cizîrê 79 rojan dewam kir, herî kêm 257 mirov hatin kuştin ku ji van 24 zarok in. Ji ber tax hatin topbarandin, tevî xwendevanên zanîngehan, siyasetmedar, rojnamevan 143 mirovan xwe avêtin 3 jêrzemînên cuda, banga alîkariyê kirin. Tevî ku me nav û navnîşanên kesên ku xwe avêtine jêrzemînan bi dewletê re parve kirin jî hikûmeta Tirk li ber çavên cîhanê van mirovan şewitandin” û bal kişand ser asta qetlîama li Cizîrê.
‘NY LI CIZÎRÊ TIŞTÊ KU DIKET SER MILAN PÊK NEANÎ’
Sariyildiz wiha dewamî da axaftina xwe; “20’ê Çileyê dema ambûlans ji bo birîndaran bigire hat taxê, leşkeran li ser koma qelebalix ku ez jî tê de bûm, gule barandin, 2 kesan jiyana xwe ji dest dan, bi dehan kes jî birîndar bibûn. Komîsertiya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî diyar kiribû ku bûyer cîdî ye û divê demildest lêkolîn çêbibe. Dûvre ji bo sivîl ji jêrzemînên wehşetê bi saxî bêne rizgarkirin me hewl da dengê xwe bigihînin cîhanê, lê mixabin, mirovahiyê li vê qetlîamê temaşe kir. Eger li ser dewleta Tirk zextek dîplomatîk çêbiba, niha ew mirovên ku hatine şewitandin û qetilkirin wê di nav me de bûna.
‘LI SER KESÊN KU LI CIZÎRÊ HATINE ŞEWITANDIN LI VIR IM’
Sariyildiz di dirêjiya axaftina xwe de got ev ne mirinên ji ber şer in û wiha pê de çû; “Ev sûcê mirovahiyê ye. Ev niyet û nîşaneya herî vekirî ye ku bê gelek bi giştî çawa tê şewitandin û tinekirin. Di dorpêça Cizîrê de wek wekîlekî li cem gelê xwe bûm. Ez piraniya mirovên ku di jêrzemînên hovîtiyê de bi benzînê hatin şewitandin û laşên wan hatin parçekirin dinasim. Ez li ser navê wan û gelê xwe li vir im. Ez bêhna goştê şewitî yên wan mirovan li ser xwe dihewînim. Hê jî hin cenaze hene ku ji ber parçe bûne nehatine teşxîskirin. Ez li wir bûm û min şahidî ji hovîtiya herî xirab a dîroka Tirkiyeyê re kir.”
‘YA LI CIZÎRÊ HATE ŞEWITANDIN MIROVAHÎ BÛ, DIXWAZIM BÎNIM BÎRA WE’
Sariyildiz herî dawî bang li NY kir û wiha dawî li axaftina xwe anî; “Meqamên dewleta Tirk hê jî ti bersiv nedana daxwaza lêpirsîna bûyerên Cizîrê ya ji hêla Neteweyên Yekbûyî hatiye kirin. Dixwazin ser rastiyên me binixumînin. Ya li Cizîrê hate şewitandin mirovahî bû, dixwazim bînim bîra we.
Rastî zû dereng derdikevin holê, lê pêwîst e di vê de hûn jî bibin xwedî rolek çalak. Divê ev bibe wezîfeya me ya yekemîn. An wê mirovahiya ku wijdanê wê digirî, hizûrê nebîne.”