Hevdîtina parêzer û rojnamevanan hate sînordarkirin

Hevdîtinên parêzer û Gerînendeyê Weşana Giştî Zana Kaya û Midûrê Karên Nivîsê Înan Kizilkaya rojnameya Ozgur Gundemê ku hate girtin, bi hinceta OHAL’ê wê heftane saetek be.

Tecrîda Rewşa Awarte Ya li ser Gerînendeyê Weşana Giştî Zana Kaya û  Midûrê Karên Nivîsê Înan Kizilkaya rojnameya Ozgur Gundemê ku hate girtin, her roj girantir dibe.

Rêveberiya Girtîgeha Sergirtî ya Tîpa L a Nimre 9 a Sîlîvriyê ji parêzer Ozcan Kiliç ê ku beriya doza sibehê xwest muwekîlê xwe Înan Kizilkaya bibîne got; “Her çiqasî hûn werin girtîgehê jî hûn ê nikaribin hevûdu bibînin.” Rêveberiya Girtîgehê ji Kiliç re ragihandin ku qedexeya navborî ne ji hêla wan, lê ji hêla Midûriyeta Giştî ya Cezayê hatiye diyarkirin. Hate ragihandin ku parêzerên Kizilkaya û Kaya tenê rojên Înê saet 15.00-16.00’an dikarin hevdîtinê pêk bînin.

Beriya niha jî li Kaya û Kizilkaya hatibû qedexekirin ku xwe bigihînin weşanên ragihandinê yên mîna rojname, pirtûk, kovar, televîzyon û radyoyê.