Li Gallerê ji bo azadiya Ocalan çalakî
Li paytext Cardîff a Gallerê bi daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, meşek hate lidarxistin.
Li paytext Cardîff a Gallerê bi daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, meşek hate lidarxistin.
Kurdistaniyên ku li paytext Cardîff a Gallerê dijîn, bi daxwaza Azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşek li dar xistin. Girseya ku pankarta bi nivîsa “Ji Ocalan Re Azadî” hilgirtin, di tevahiya meşê de dirûşmên girêdana bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re qîr kirin. Her wiha di meşê de jî belavokên ku mijarên têkildarî êrîşên dewleta Tirk a li Kurdistanê pêk anîn li xwe digire jî hatin belavkirin.
Li vir li ser navê Însyatîfa Gelê Kurd a Gellar daxuyaniyek hate dayîn. Di daxuyaniyê de hate gotin ku divê dewleta Tirk dawî li êrîşên xwe yên hovane yên li dijî gelê Kurd bîne û bang kir ku besivê bide peyama Ocalan a di hevdîtina dawî de hate kirin. Her wiha bi rêya qeyûman jî desteserkirina şaredariyan jî hatin şermezarkirin, êrîşên mêtîngeriyê yên dewleta Tirk a li dijî xaka Rojava tê wateya kûrkirina şer û divê bi lezgîn dawî li êrîşên xwe bîne.