Li Colemêrg û Manîsayê 5 siyasetmedarên Kurd hatin girtin
Li Colemêrg û Manîsayê 5 siyasetmedarên Kurd ên ku ji aliyê polîsan ve hatibûn binçavkirin hatin girtin û şandin girtîgehê.
Li Colemêrg û Manîsayê 5 siyasetmedarên Kurd ên ku ji aliyê polîsan ve hatibûn binçavkirin hatin girtin û şandin girtîgehê.
Li Colemêrgê di serdegirtina polîsan a li ser avahiya DBP’ê ya bajêr de ku endamê MYK ya DBP’ê Emrûllah Bîngol, endamê PM yê DBP’ê Mûrat Kûtas, wekîla hevşaredar Fatma Yildiz û Şehab akan, hevserokê Şaxê Meya-Der ê Colemêrgê Selîm Kaya, Hevseroka HDP’ê ya navenda Navçeyê Emîne Armût, rêvebera DBP’ê Sînem Dûran, Alîkarê Hevşaredariyê Mikaîl Erdal û Rêveberê HDP’ê yê Bajêr Sefer Berk ên îro derxistin edliyeyê, şandin dadgeha Ceza ya Asliyê. Piştî dadgehê Sînem Dûran û Mikaîl Erdal hatin girtin û 7 siyasetmedarên din jî hatin berdan. Sedema girtina herdû siyasetmedaran nehatin zanîn.
MANÎSA
Di serdegirtinên hemwext ên di 5’ê Îlonê de li navçeyên Salîhlî û Sarûhanlî yên Manîsayê de 4 xebatkarên HDP’ê hatibûn girtin. Xebatkarên HDP’yî yên bi navên Orhan Karaca, Seher Nergiz, Veysî Tanrikûlû û Reşît Tekîn ên ku hatibûn binçavkirin, îro şandin edliyeya Manîsayê. Xebatkarên HDP’ê yên ku ji aliyê dozgerê Komarê yê Manîsayê ve hatin lêpirsînkirin Reşît Tekîn bi şertê kontrolkirinê hate berdan û 3 kesên din sewqî 1. Dageriya Ceza ya Sulh hatin kirin.
Orhan Karaca, Seher Nergîz û Veysî Tanrikûlû bi hinceta “Endamên rêxistinê” hatin girtin û şandin Girtîgeha Manîsayê.