Belçîka Kurdên mexdûrê terora dewletê ne, dadgeh dike

Kurd careke din ji ber zextên Tirkiyeyê li Belçîkayê tên darizandin. Têkildarî serdegirtina saziyên Kurdan a sala 2010'an doz hat vekirin û rûniştina vê dozê roja îro destpê kir.

Rûniştina dozê li Qesra Edaletê destpê kir û destûr nehat dayîn ku çapemenî û raya giştî bişopîne. Tê payîn ku di vê rûniştinê de biryar were dayîn bê doz bi rengekî fermî kengî destpê bike.

Di vê dozê de 33 kes, 2 qenalên televîzyonê û 7 rêxistinên civakî yên sivîl tên darizandin. Di bin navê 'Klana PKK'ê de hemû saziyên Kurdan û siyasetmedarên navdar xistine nava dosyayekê. Di nava kesên tên darizandin de Remzî Kartal, Zubeyîr Aydar, Adem Ûzûn û Hecî Ehmedî jî hene.

Di dema destpêkirina rûniştinê de bi dehan kes li ber Qesra Edaletê li hev civiyan û dest bi çalakiya protestoyî kirin. Şeş komên siyasî yên Belçîkî jî destek dan çalakiyê.

Di nava van de Komîteya Piştgiriya bi Rojava re, Partiya Çep-Sosyalîst a Belçîkayê, Sosyalîzm 21 jî hene. Di daxuyaniya çapemeniyê de ev doza li Belçîkayê hatiye vekirin, hat şermezarkirin.

Ji Konseya Rêveber a KNK'ê Adem Ûzûn da xuyakirin, ku serdegirtinên di sala 2010'an de hatin kirin, li ser daxwaza DYA û Tirkiyeyê hatin kirin.

Ûzûn diyar kir, îro careke din bi zexta Tirkiyeyê doz ketiye rojevê û got, "Ev doz ne tenê li dijî Kurdan e, di heman demê de li dijî prensîbên Belçîkayê ye."

'EV DOZ, DESTEKIRINA TERORA DEWLETA TIRK E'

Ûzûn destnîşan kir, ku Tirkiye aliyê fermî yê dozê ye û ji bo Kurdan krîmînalîze bike çi ji dest tê dike. Adem Ûzûn got, "Hin şaredar û siyasetmedarên bi eslê xwe Tirk ên li Belçîkayê, mîna dewleta paralel a Erdogan dixebitin."

Ûzûn anî ziman, ku divê ev ji Belçîkayê werin avêtin û got, "Ev doz, desteka ji bo terorîzma dewleta Tirk e."

Ûzûn ragihand, di vê dozê de Fîdan Dogan a ku li Parîsê di sala 2013'an de hat qetilkirin tê darizandin û wiha dewam kir: "Qurbanên terorîzmê li vir tên darizandin." Ûzûn xwest doz bê betalkirin. 

Li ser navê komên Belçîkî endamê Komîteya Piştgiriya Rojava axivî û got, "Demokrasiya Belçîkayê di nava gumanan de ye. Ev mesele ne tenê ya Kurdan e, di heman demê de ya Belçîkiyan e."

...