Kurdên li Elmanyayê desteserkirina şaredariyan şermezar kirin

Kurdistaniyên li Elmanyayê dijîn, desteserkirina şaredariyên Bakurê Kurdistanê şermezar kirin û nerazîbûn nîşanî vê dagirkeriya dewleta Tirk dan.

Kurdistaniyên li Elmanyayê dijîn, desteserkirina şaredariyên Bakurê Kurdistanê şermezar kirin û nerazîbûn nîşanî vê dagirkeriya dewleta Tirk dan.

'ERDOGAN DIXWAZE MAL Û MILKÊN GELÊ KURD DESTESER BIKE'

BEDRAN AYDENÎZ: Li dijî desteserkirina şaredariyan, lazim e hemû Kurdên bi rûmet û bi şeref rabin ser piyan, têbikoşin û qada têkoşînê berfireh bikin, ku hewldanên yên mîna Erdogan pûç bikin. Ji bo Erdogan Kurd hemû 'terorîst' in. Ew bi xwe DAIŞ e, serkêşê DAIŞ'ê ye. Ji bo DAIŞ'ê çi pêwîst be wê dike. Vê carê êrîşî şaredariyên li Kurdistanê kir û têkildarî van şaredariyan îdîayên bêbingeh bilêv dike. Her tişta ev dibêjin, derew e, ji ber ku bingeha wan, niyeta wan nebaş e. Ez dengê xwe li Kurdên li cem Erdogan e dikim; eger hinek însanetî bi wan re hebe, wê li gel û welatê xwe bifikirin. Divê her Kurdekî bi namûs ji nava AKP'ê îstifa bikin. AKP partiyeke terorîst e. Serkêşê terorîstan jî Erdogan e. Her kesî dît bê bi çi rengî çek ji DAIŞ'ê re şand û dixwaze gelê Kurd tine bike. Rabûna li ber terorîstekî bi vî rengî erka her Kurdî ye. Li dijî Erdogan divê Kurd hemû bibin yek. Îro dest daniye ser şaredariyan, dibe ku sibe dest deyne ser mal û milkên esnafên li Kurdistanê. Pereyê dewletê nîne, aborî têk çûye. Erdogan dixwaze dest deyne ser mal û milkên li Kurdistanê û bi vî rengî hebûna xwe biparêze. Erka dikeve ser milê me jî, pêşîgirtina li vî terorîstê dîn û har e.

'GELÊ KURD BI TI AWAYÎ LI PÊŞBERÎ DAGIRKERIYÊ BÊDENG NAMÎNE'

ÇEKDAR AGIRÎ: Xuya ye plana desteserkirina şaredariyan ji berê ve hatiye amadekirin. Ji ber ku beriya desteserkirinê, bi tank û topan bajarên Kurdan xera kirin, mirovên sivîl bi saxî şewitandin. Zarok, extiyar, jin, ciwan qetil kirin. Armanca Erdogan gelekî cuda bû. Dixwest Kurdistanê ji mirovan xalî bike û li pêşberî berxwedana gelê Kurd bi ser neket. Gelê Kurd li dijî zilmê li ber xwe da û tevî her tiştî jî xaka xwe neterikand. Erdogan û yên li derdora wî, ku fêhmkirin Kurd axa xwe naterikînin, vê carê projeya desteserkirin-dagirkirina şaredariyan xistin meriyetê. Gelê Kurd wê ti carî li pêşberî vê dagirkeriyê bêdeng nemîne. Ji ber ku berxwedana li dijî dagirkeriyê, mafekî rewa ye.

'GELÊ KURD WÊ BI TI AWAYÎ SERÎ NETEWÎNE'

HALÎME ARPE: Erdogan û partiya wî dixwazin dest deynin ser hemû şaredariyên me. Hin şaredarî dagir kirin, nivîsên Kurdî jê kirin û li şûna wê ala Tirkan daliqandin. Em vê zîhniyeta faşîst û alê qebûl nakin. Li dijî dagirkirina şaredariyên me divê em bi rengekî topyekûn rabin ser piyan û bi rûmetdarî li ber xwe bidin. Gelê Kurd ti carî li ber dijmin serî netewand û wê netewîne. Em êdî naxwazin xwîn birije. Timî zarokên me dikujin, zordariyê dikin, bi kurtasî dixwazin gelê Kurd tine bikin. Ji ber vê yekê ez çavên ciwanên Kurd ên li ber xwe didin maçî dikim û silavên xwe ji wan re dişînim.

'DIVÊ MIROV NAS NEKIN Û EGER PÊWÎSTÎ PÊ HEBE DIVÊ KARKER DEST JI KAR BERDIN'

MELE TÛNCER: Erdogan niha dixwaze cihên di hilbijartinan de nikarîbû qezenç bike, bi zorê bi dest bixe. Çawa ku bi navê darbeyê lîstikek lîst û her der dagir kir, niha jî dixwaze li Kurdistanê darbeyê bike. Berdêla xwe çi dibe bila bibe lazim e gelê Kurd qeyûm nas neke. Eger pêwîstî pê hebe, divê karker dest ji kar berdin. Ew dagirker in, dixwazin li ser xaka me ji me axatiyê bikin. Divê em bi ti awayî destûra vê yekê nekin. Eger Erdogan bixwaze dikare şer biqedîne, lê naxwaze. Ya ku bi kêrî wî tê, şer e. Xwe ji xwînê xwedî dike. Xwîn nebe, ew jî nikare li ser piyan bimîne. Lazim e her kes vê bibîne û nerazîbûnê nîşan bide.

...