Kurdên li Hambûrgê tevlî meşa li dijî TTIP'ê bûn
Kurdên li Hambûrgê, li ser banga zêdeyî 30 saziyan tevlî meşa li dijî peymanên bazirganiya serbest TTIP û CETA bûn û daxwazên xwe bilêv kirin.
Kurdên li Hambûrgê, li ser banga zêdeyî 30 saziyan tevlî meşa li dijî peymanên bazirganiya serbest TTIP û CETA bûn û daxwazên xwe bilêv kirin.
Meşa bi beşdariya 65 kesî, bi mîtînga li pêşiya parlamenta Hambûrgê destpê kir. Li ser navê DÎDF'ê Dîlan Baran axivî û bibîr xist, ku kêm ma ye peymaneke nû ya li ser bazirganiya navbera Yekîtiya Ewropa (YE), Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) û Kanadayê were morkirin. Baran destnîşan kir, ku li çar aliyên cîhanê, ji bo betalkirina vê peymanê girseyên gel diherikin kolanan. Baran ragihand, tevî hemû nerazîbûnan jî, hikûmetên welatan ji bo qaseya sermayeyê bêhtir bi pereyan dagirin, di qanûnên pêşî li vê yekê vedikin de israr dikin. Baran hişyarî da û got, eger ev qanûn bi cih werin anîn wê kara herî bilind a karsaziyan li çar aliyên cîhanê garantî bibe.
Di dema meşê de li ser navê NAV-DEM'ê Yavûz Fersoglû peyivî û bal kişand ser zerarên ji aliyê sîstema kapîtalîst ve hatine afirandin. Fersoglû da xuyakirin, ku divê pêkanînên faşîst ên bi desteka hikûmeta Elmanya, yekîtiya Ewropa û NATO'yê li Kurdistanê tên kirin, neyên jibîrkirin û ji hik3umeta Elmanya hat xwestin, dest ji hevkariya bi dewleta Tirk re berde.