Sarilyildiz: Em pir nêzî azadiyê ne

Wekîlê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz di 1.Festîvala Çanda Kurd a Navnetewî ya ya li Awûstûrya axivî û got, bi berxwedana gel hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hat.

Sariyildiz li Festîvana 1. Ya Çanda Kurd a li Awûstûrya axivî û got, bi berxwedana gel bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk hatiye û wiha got: . Ev roj rojên dîrokî ne. Rojên ku em nêzî serkeftinê dibin in. Herin li kolanên Ewropa pirs bikin bêjin Erdogan wê bêjin; ‘Kujer Erdogan, Qatil Erdogan’. Lê bêjin gelê Kurd wê bêjin; ‘Berxwedana Kobanê’, ‘Şoreşa Rojava’ û ‘Berxwedana Jinan’. Em ji vê pêvajoyê bi serkeftî derketin. Ew bi komkujiyên xwe hetikîne.

1.Festîvala Çanda Kurd a Awûstûrya li herêma St. Polten li qada festîvalê VAZ’ê ya Awûstûrya pêk hat. Siyasetmedarê Kurd Fûat Kav, wekîla partiya Kesk a Awûstûrya Berîvan Aslan, Wekîlê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyizdin û nûnerên gelek saziyan li festîvalê amade bûn, di festîvalê de cil û bergên Kuran, xwarina wan û lîstikên foloklorê yên gel hatin nasandin.

SARILYILDIZ: GIYANÊ MEHMET TÛNÇ DIBE SERKEFTINÊ

Sariyildiz di festîvalê de axivî û got, dewleta Tirk ji bo ku çanda Kurd tune bike ev sed sal in polîtîakya îmha û înkarê dide meşandin û wiha pê de çû: ''Mehmet Tûnc got, ''Em ê çok nedeynin, heta dawiyê em ê gelê xwe biparêzin û canê xwe feda kir. Ev giyanê hêja, 40 sal in li Kurdistanê her ku çû mezin bû em anîn vê rojê. Vî rihî êdî em anîn wê rewşa ku em werin nasîn. Niha li dinyayê gelê herî dînamîk, herî pir tê naskirin belkî jî em bin. Ê ku me dide nasîn, rihê Kobanê ye. Rihê Kobanê rihê berxwedana Zindana Amedê ye. Ev al ji wir hilgirtin. Ev rih e yê ku nirxê me, baweriya me diparêze. Ji bo vê jî em her caran minetdarê vî rihî ne, hurmetdar in jê re. A ku ev azweriya têkoşînê dayî me felsefeya Rêber Apo ye, bawerî û ramana wî ye.

Sariyildiz bal kişande ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha anî ziman: ''Xwestin pêşî li fikrên Rêber Apo bigirin, 2 slaan têkiliya wî ji gel birîn. Lê çi bû, hem li Ewropa û hem li Kurdistanê xwedîderketineke bi qedr çêbû. Ji mezinbûna vê berxwedanê tirsiyan. Ji bo vê jî neçar man ku em Rêber Apo re têkevin têkiliyê.''

'ÎMHAYÊ LI KURDAN FERZ DIKIN'

Sariyildiz têkildarî mutabeqata Dolmabahçeyê jî wiha axivî: ''Ku ev pêk bihata, niha rojeva me wê ne şer lê aştiyeke azad û wekhev bûya. Erdogan got, mitebeqata Dolmabahçe nîn e. Meseleya Kurd nîn e. Ev tê wê wateyê ku dewleta Tirk ku kaos, krîz û têkçûna xwe ya herî mezin a dîrokê dijî, îmhayê li Kurdan ferz dike.''

Sariyildiz got, berxwedana xwerêveberiyê di vê atmosferê de pêk hatiye û got, piştî serkeftina Kobanê Kurdan bi rihê serkeftinê ji hilbijartina 7'ê Hezîranê derketiye.

 ‘TERKIRINA KURDISTANÊ TÊ WATEYA TINEKIRIN KURDISTANÊ’

Sariyildiz da zanîn ku Tevgera Azadiya Kurd bûye hêviya hemû gelên hejar û bindest, divê gelê Kurd li dijî îmhaya ku li ser tê ferzkirin li ber xwe bide.

Sariyildiz wiha anî ziman: “ 15 bajarên Kurdistanê kirin kavil. Bi hezaran mirovên me bi necarî war û malên xwe terikandin. Malên wan hatin hilweşandin, zarokên wan hatin qetilkirin û disa jî Kurdistan neterikandin. Wan baş dizanîn ku ger ku Kurdistanê bi terikîn wê Kurdistan tine bibe.” Sariyildiz destnîşan kir ku wan di jiyanê de israr kir, xwestin ku wan ji Kurdistanê qût bikin, lê ew nehatin vê lîstika wan a qirêj û li ber xwe dan.

Sariyildiz bal kişan ku îro em di rewşekî wisa de ne ku tevahî cîhan li berxwedan Kurdan temaşe dike, ya ku ev rêzdarî derxist holê ruhê berxwedanê yê serkeftina Rojava bû. Sariyildiz diyar kir ku heta li

‘EM BI SERKEFTINÊ DERKETIN, EW BI REZÎLIYA QETLÎAMA DERKETIN PÊŞ ÇAVAN’

Sariyildiz bi bîr xist ku bi berxwedan ev 2 salên dawî ya gelê Tirkiyeyê, tê dîtin ku têkoşînê ber bi serkeftinê ve dibin. Seriyildiz herî dawî wiha pê de çû: “Piştgiriya gelê me yên li Ewropa, ji bo berxwedana Cizîr û Kobanê pir bi nirx e. Divê ev ruh tim zindî be. Ev roj rojên dîrokî ne. Rojên ku em nêzî serkeftinê dibin. Herin li kolanên Ewropa pirs bikin bêjin Erdogan wê bêjin; ‘Kujer Erdogan, Qatil Erdogan’. Lê bijin gelê Kurd wê bêjin; ‘Berxwedana Kobanê’, ‘Şoreşa Rojava’ û ‘Berxwedana Jinan’. Em ji vê pêvajoyê bi serkeftî derketin. Ew, bi qetlîamên ku pêk anîn derketin pêş çavê hemû cîhanê.”

Piştre jî hunermend Nûarîn,Kawa, Alî Asker, Bawer can, Delîl Didir, Koma Dem û Memo Navdar derketin ser dike. Koma Kurdî û Koma Rojava ya foklorê bi lîstika kû amade kirî derketin ser dikê.