Yuksekdag: Li pêşberî me dewleta hiqûqê nîne

Yuksekdag anî ziman ku alîkarê Hevserokê HDP’ê Alp Altinors di encama komployekî siyasî de hate girtin û wiha got: “Êdî li pêşberî me dewleta hiqûqê nîne. Mekanîzmayekî ya darazê ya ku desthildatdar xwe lê radigire, Tirkiyeyê bi rêve dibe.

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag têkîldarî girtina Alîkarê Hevserokên Giştî yê HDP'ê Alp Altinors ê ku ji ber tevlî merasîma cenazeyê Zakîr Karabûlût ê di qatlîama 10'ê Cotmena 2015'an de jiyana xwe ji dest da bûbû hate girtin, li Navenda Giştî ya HDP'ê civîna çapemeniyê li dar xist. Berdevkê HDP'ê Ayhan Bîlgen, Parlamenterê HDP'ê Muslum Dogan, Endama Komîsyona Hiqûqê ya HDP'ê Aysel Tûglûk, Hevserokê Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) ê Enqereyê Alîşan Şahîn û Hevseroka HDP'ê ya Enqereyê Bîrsen Kaya tevlî daxuyaniyê bûn.

'DEK Û DOLABEKÎ HATIYE AMADEKIRIN E'

Parêzer Alîşan Şahîn destpêkê axivî û têkîldarî pêvajoya binçavkirina Altinors hin agahî parve kir. Şahîn wiha got: "Ev lêpirsîn dek û dolabekî hatiye amadekirin e. Naverako wî pûç e. Di dosyayê de heta niha biryara 18 girtinan heye. Îdia ev e; ji ber ku tevlî merasîma cenazeyê Muhammed Zahîr Karabulut ê du di qatlîama 10'ê Cotmehê de şehîd bû, bûne û ji wir jî çûne li qadekî daristanê û ji bo tevlîbûna ji bo rêxistinê propaganda kirine, ji bo rêxsitninê mirov peyda kirine. Lê tiştekî ku vî îdiayê piştrast bike jî jibilî gotinên 3 îtirafkaran delîlek jî tuneye."

AA'YÊ BIN PÊ KIR DOZGER BÊDENG MA!

Şahîn anî ziman ku di dosyaya ku Altinors hatiye girtin de biryara veşarîbûnê heye û wiha axivî: "Lê bi nûçeya ku Ajansa Anadoluyê çêkir ve ev biryara veşarîbûnê hat binpêkirin. Me ev di hemû merhaleyê lêpirsînê de anî ziman. Lê bersiva ku dan me wiha bû 'hûn dikarin biçin gilî bikin, riyên we yên qanûnî vekiriye em nikarin ji bo vê titekî bikin.' Lê dosya ne dosyaya me ye. Divê dozgerê dosyayê xwedî li dosyayê derkeve. Hem lêpirsîna îdarî hem jî gilî divê ji aliyê dozger ve bihata kirin."

'BIRYAR BERÊ DIYAR BÛ'

Şahîn, destnîşan kir ku darizandina dadger jî ne hiqûqî ye û wiha got: "Qedexe ye ku qeneetê aşkere bike. Lê dadger li gorî qeneete pirs pirsîn. Bi vî rengî biryar dan ku hevalê me Alp bê girtin. Em wê biryara girtina hevalên xwe îtîraz bikin. Em wê şopdarên dozên wan bin. Em wê têkildarî nelirêtî, bêhiqûqî û dijzagoniyê serlêdanên sûc bikin. Şikdar ji me veşarin. Em nexistin miruriyeta polîsan û dadgehê. Ji me re got şikdar we qebûl nakin. Ji wan re jî gotin 'Parêzer nehat'

Bi derewan dosya amade kirin. Ger ku şikdar me qebûl nake divî li ruyê me bêje we qebûl nake. Hin parêzer ji CMK'ê tayîn kirin. Hiqûq xistin bin piyan."

'LI DIJÎ HDP'Ê OPERASYONA KOMPLOYA SIYASI HEYE'

Piştî Şahîn Hevseroka Giştî ya HDP'ê Yuksekdag jî diyar kir ku ev ne dozek hiqûqî ye û wiha got: "Binçavkirin û Girtina Alp Altınors rewşa hiqûqê ya li Tirkiye nîşan dide. Êdî pir aşkere ye ku li hemberî me dewletek hiqûqê tune ye. Dewlet û daraz di destê îktîdarê de ye. Îktîdara siyasî li Tirkiye her tiştî li gorî xwe bi rêve dibe. Ev komploya siyasî ya li hemberî HDP'ê ye. Ev operasyona komployê ye. Yên ji dozên Ergenekon, Balyozê serbest berdan. Di demên dawî de di bin navê têkoşîna li dijî darbekaran de hevalên tên binçavkirin û girtin. Girtina Altinors jî perçeyê vê operasyona komplo ye."

Yuksekdag, bal kişand ser sedema girtina Altinors û wiha got: "Di medyayên îktîdarê de îdîaname û fezleke tên nivîsanin. Piştî binçavkirinan serwisî midûriyeta polîsan dikin. Beşdariya merasima cenazeyan wekî sûc derdixin pêşberî wan. Li aliyê din Altinors li Midûriyeta Polîsan a a Enqereyê rastî îşkenceyê hat. Rastî îşkencyea fîzîkî û derûnî hat. Bi zorê dan rûniştandin û rakirin."

YUKSEKDAG:

Hevseroka HDP'ê Fîgen Yuksekdag got, li pêşberî wan ti dozeke hiqûqê nîn e, diyar kir, piştî binaçvkiririna Altinors û girtina wî eşkere tê dîtin bê ka dewleta nehiqûqiyê gihaştiye kîjan astê û wiha berdewam kir, ''Li pêşberî me êdî dewleta hiqûqê nîne. Dewleta tirk ji hêla mekanîzmaya darazê ve tê birêvebirin ku Tirkiye kiriye palpişta desthilatdariyê. Desthilatdariya Tirkiyê bi hişmendiya tiştê ku dike bike hiqûqî bi pêş dikeve...Tişta ku em fêhm kirî ev e ku komployên siyasî yên bi ser HDP'ê de ne. Heta niha gelek caran ên serwer ji wan weye kubi operasyonên komlo yên s iyasî ew serweriya xwe zexm dikin. Lê her komloyeke siyasî rê li ber hilweşîneke dî vekir. Heta bi Ergenekon, Balyoz û operasyonên KCK'ê. Heta di vê pêvajoya dawî de bi operasyonên ku di bin navê li dij darbeyê têkoşînê didin. Girtina Altinors yek ji van operasyona komloyê ye.''

Yuksekdag  wiha pê de çû: ''Di çapemeniya desthilatdariyê de îdîaname , fezleke têne weşandin, piştî binçavkirinê emniyet dide wan..Hemû Tirkiye dizane, kesê mirov be, ji bo mirovan dilê wan bişewite, li ser wan cinazeyan çi hate jiyîn.

Êşkenceya fizîkî û psîkolojîk kirin. Bi zorê rûniştandin û rakirin. Alp li gor van talîmatan neçû. Li hemû qadên jiyanê em li gor talîmatên we rûne, rabe, naçin. Li hundir jî em li gor talîmatên we naçin.''