Ebdullah: Em ê dest ji destketiyên xwe bernedin

Hevseroka PYD'ê Asya Ebdullah li civîna gel a li bajarê Arnhemê axivî û destnîşan kir, ku Kurd wê xwe ji ti herêmên Rojava venekişînin. Ebdullah got, "Em ê dest ji destketiyên xwe bernedin."

Hevseroka PYD'ê Asya Ebdullah li civîna gel a li bajarê Arnhem ê Hollandayê axivî û destnîşan kir, ku Kurd wê xwe ji ti herêmên Rojava venekişînin. Ebdullah got, "Em ê dest ji destketiyên xwe bernedin. Em nûnertiya xeta sêyemîn li Sûriyeyê dikin. Ti ji hêzên din ên li Sûriyeyê xwedî projeyeke çareseriyê nînin. Derketiye holê ku modela Rojava dikare ji hemû welatên li Rojhilata Navîn re bibe mînak."

Li bajarê Arnhem ê Hollandayê civîna gel hat lidarxistin. Hevseroka PYD'ê Asya Ebdullah û Hevseroka KCDK-E Şemsê Gullu weke qiseker beşdarî civîna gel bûn. Li dû deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê, Hevseroka KCDK-E Şemsê Gullu peyivî û diyar kir, di encama berxwedana gelê Kurd de hevdîtin bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hatiye kirin. Gullu got, "Divê gelê me bi ruhê serhildanê çalakiyên xwe yên demokratîk zêde bike."

EBDULLAH: ROJAVA MODELA ÇARESERIYÊ YE

Piştre Hevseroka PYD'ê Asya Ebdullah mafê axaftinê girt û destnîşan kir, ku ji bo serketina xweseriya demokratîk a li Rojava ji aliyê gelan ve hatiye avakirin, divê gelên li çar parçeyên Kurdistanê hêza xwe bikin yek.

Ebdullah da xuyakirin, ku divê Kurd ji niha û pê ve bi ti awayî li pêşberî êrîşa li dijî azadiya xwe bêdeng nemînin û anî ziman, ku plana DYA, Rûsya û Ewropayê dewam dike, di vê planê de ti guhertin nîne.

Ebdullah destnîşan kir, ku ev hêz destekê bidin an jî nedin, wê Kurd xwe ji ti herêmeke Rojava ya kontrol dikin, venekişînin û got, "Em ê dest ji destketiyên xwe bernedin. Em nûnertiya xeta sêyemîn li Sûriyeyê dikin. Ti ji hêzên din ên li Sûriyeyê xwedî projeyeke çareseriyê nînin. Derketiye holê ku modela Rojava dikare ji hemû welatên li Rojhilata Navîn re bibe mînak. Pêwîste gelê Kurd û dostên gelê me ji vê yekê bawer bikin."