Hikûmeta Iraqê dengê xwe li Tirkiyê kir
Iraq: Em ê qebûl nekin ku Tirkiye xaka Iraqê weke ya Sûriyeyê dagir bike.
Iraq: Em ê qebûl nekin ku Tirkiye xaka Iraqê weke ya Sûriyeyê dagir bike.
Wezîrê Karê Derve yê Iraqê Ibrahîm Caferî bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir, di têkoşîna dijî DAIŞ'ê de ew ê destûrê nedin ku Tirkiye xaka Iraqê weke ya Sûriyeyê dagir bike.
Caferî bal kişande ser civîna ku wan bi rayedarên Tirkan re kirî. Caferî diyar kir ew li Venezûelayê di civîneke navnetewî de bi Wezarata Karê Derve yê Tirkiyê re hev dîtine û di civînê wan kêşeyên di navbera Bexda û Enqerê de nîqaş kirine.
Di daxuyaniyê de tê gotin, di civînê de hatiye gotin ku di têkoşîna dij DAIŞ'ê de ew ê destûrê nedin ku dewleta Tirk xaka Iraqê weke ya Sûriyê bi kar bîne.
Caferî diyar kir, divê dewleta Tirk leşkerên xwe ji herêma Başîka ya Mûsilê vekişîne.