KCDK-E banga lidarxistina çalakiyan kir
KCDK-E bang li Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn kir, ku ji 19 heta 23'ê Îlonê her êvarê saet di 19:00 de bi dirûşma "Em xwedî li şaredariyên xwe derkevin" çalakiyan li dar bixin.
KCDK-E bang li Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn kir, ku ji 19 heta 23'ê Îlonê her êvarê saet di 19:00 de bi dirûşma "Em xwedî li şaredariyên xwe derkevin" çalakiyan li dar bixin.
Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) da xuyakirin, ku çeteyên AKP/Qesrê û hemû saziyên dewletê piştî hilbijartinên 7'ê Hezîranê bi awayekî vekirî li dijî gelê û nûnerên gelê Kurd û têkoşîna azadiyê şerê topyekûn dane destpêkirin. Di daxuyaniya KCDK-E de hat gotin, "Dewleta Tirk a faşîst bi vî şerî re dixwaze bajarên Kurdan birûxîne, demografiya bajaran biguherîne û komkujiyê bike. Ev şerê topyekûn tevahiya Kurdan hedef digire. Dagirkirina Cerablûsê û êrîşa li dijî Rojava li pêş çavên tevahiya cîhanê pêk hat. Ev şerê li dijî tevgera azadiyê ya Kurd û ruhê wê yê şoreşger, bi rengekî dijwar dewam dike. Ji aliyekî ve dagirkirina Cerablûsê û êrîşa li dijî Rojava, li aliyê din jî hewldanên tesfiyekirina nûnerên gel û desteserkirina şaredariyên li Bakurê Kurdistanê dewam dikin."
Daxuyaniya KCDK-E wiha dewam kir:
"Li dijî ragihandina xwerêveberiya gel, ev şerê vînê gihîştiye asta girtina nûnerên gel û desteserkirina şaredariyan. Bi vî awayî li dijî vîn, ax û Rêbertiya bi mîlyonan mirovî pêvajoyeke êrîşan hatiye destpêkirin.
Ev êrîşa li dijî ax, vîn û Rêberê me, ku divê were şerekî topyekûn bê dîtin, êrîşa li dijî hebûn û têkoşîna me ye azadiyê ye. Çeteyên AKP/Qesrê û hemû hêzên milîtarîst ên dewletê, bênavber vî şerî dimeşînin. Ev pêla êrîşan gelê Kurd û her kesên mûxalîf hedef digire. Di vê çarçoveyê de bi hezaran kes tên şopandin, kedkarên perwerdeyê ji kar tên derxistin, rojnamevan, rewşenbîr tên girtin. Ev zîhniyeta faşîst ku bi rêya qeyûm dest danîn ser şaredariyên me, bi vî awayî dixwaze vîn, hebûn û axa me desteser bike. Em li ber vê radibin. Em vîn û hebûna vê dewletê nas nakin. Yên ku me nas nakin, em jî wan nas nakin.
Divê gelê Kurd û dostên me baş zanibin ku li dijî gelê Kurd û Rêberê gelê Kurd şerekî berfireh tê meşandin. Ev asta ku komploya navneteweyî gihîştiye qonaxeke bilindtir, hem li qada navneteweyî hem jî li axa Kurdistanê tê meşandin. Çeteyên faşîst ên AKP'ê hem li Kurdistanê hem jî li qada navneteweyî bi her awayî êrîş dikin.
Weke KCDK-E em bang li gelê xwe, şoreşger, demokrat û her kesî dikin ku xwedî vîn, ax û Rêberê xwe derkevin. Em bi hemû derfetên xwe dakevin kolanan û bi rengekî demokratîk nerazîbûna xwe nîşan bidin. Roj roja xwedîderketina li têkoşînê ye.
Em bang dikin, ku ji 19 heta 23'ê Îlonê her êvarê saet di 19:00 de bi dirûşma 'Em xwedî li şaredariyên xwe derdikevin' li her cihî dakevin qadan û çalakiyan lidar bixin."