Yilmaz Guney li ser gora xwe hat bîranîn

Hunermendê şoreşger Yilmaz Guney ê li sirgûnê jiyana xwe ji dest da, di 32. salvegera wefata xwe de li ser gora xwe ya li paytexta Fransa Parîsê ji aliyê rêxistinên girseyî ve hat bîranîn.

Merasîma bîranînê 18'ê Îlonê roja Yekşemê li ser banga ACTÎT, ADHK-Parîs, ATÎK-Parîs, BÎR-KAR, CDK-F, SKB, HDK-Parîs, Platforma Dengê girtiyan û ODAK'ê li oristana Pere-Lachaîse pêk hat.

Di merasîma bîranînê de pankarta bi nivîsa "Hunermendê şoreşê Yilmaz Guney namire" hat vekirin. Merasîmê bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir.

Di daxuyaniya li ser navê saziyan de hat ragihandin, jiyan, huner û têkoşîna Yilmaz Guney li dijî emperyalîzm û paşverûtiyê bal dikişand ser têkoşîna çîna karker, kedkar û gelên bindest.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Bîranîna Yilmaz Guney tê wateya, rabûna li ber nîjadperestiya li erdnîgariya me, dijderketina li şewata ji Rojhilata Navîn belavî cîhanê dibe, parastina mafê neteweya Kurd ê ji bo avakirina dewleteke cuda, israra wekheviya hemû gel, komên etnîkî û baweriyan e.

Bîranîna wî tê wateya meşandina Tevgera Azadiyê ya Kurd, eniya kedê, evgera jinê, berxwedana hevpar a hemû komên baweriyan, Elewî, Êzidî, hindikayiyên Xiristiyan, şoreşger û demokratan e. Jîndarkirina xewn û xeyalên wî, hê jî gelekî hêja ne, ji bo me erka bi rûmet e."

Di merasîma bîranînê de Meclîsa Çand û Hunerê ya Kurd ji bo bîranîna Yilmaz Guney strana Çaw-Bella bi zimanên Kurdî û Îtalyanî got.

Beşdarekî biçûk ê merasîmê Işik Yilmaz jî ji bo Guney strana 'Bijî Rojava' got. Di merasîma bîranînê de Tarik Akan ê berî çend rojan jiyana xwe ji dest da, hat bîranîn.

...