Kurdistanî û dostên wan, li hin navendên Ewropayê kesên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anîn.
ANF
NAVENDA NÛÇEYAN
duşem, 19 rezberê 2016, 11:18
Kurdistanî û dostên wan, li hin navendên Ewropayê kesên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anîn.
PARÎS
Li paytexta Fransa Parîsê ji bo kesên ku di Têkoşîna Azadiya Kurd de jiyana xwe ji dest dane bername hate daîn.
Bîranîna ji hêla Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Parîsê (NCKD) û Komîteya Malbatên Şehîdan ve hate amdekirin, ji bilî malbatan bi sedan Kurdistanî li salona dawetê ya Drancyê civiyan. Di bernameyê de endamê Komîteya Malbata Şehîdan Celîl Akdogan, endamê Tevgera Jina Kurd a Ewropayê Zozan Serhat û xizmên kesên ku jiyana xwe ji dest dayin axaftineke kirin.
Serhat got, ''Ji roja ku PKK'ê dest bi têkoşîna azadiyê kiriye heta bi naiha bi hezaran şehîd me dane, şehîd li derdora felsefeya Rêber Apo kom bûn û bûne lehengên nemir tên têkoşîna rûmetdar'' û bi berdewamî, ''Têkoşîna biryardar û rûmetdar ku li dijî dijminê bi rê ve birin, giyanê berxwedêr ku Mehmet Tûnc û Pakîze Nayir hiştî îro gelê Kurdistanê hilgirtiye û berxwedanê hê bilindtir dike, ji bo ku em bibin layiqî nirxên xwe û heta ku em hedef û îdeala wan Kurdisstan azad û Rêbertiya Azad li ber xwe bidin û bi ser bikevin.''
Akdogan jî got, ''Şehîdên şoreşa Kurdistanê bi têkoşîna ku li Kurdistanê û Rojhilata Navîn dayin bûne pêşengên dîroka rûmetdar. Di havênê vê têkoşînê de felsefeya Rêber Apo heye. Em weke malbatên şehîdan vê berxwedana rûmeydar ku zaroyên me û xwîşk û birayên me afirandine divê ji her kesî bêhtir em xwedî derbikevin û di vê rêya azadiyê de ku ew tê re diçûn, divê em xwedan sekneke layiqî wan bin.''
Merasîma bîranînê bi nîşandana sînevîzyonê û klamên Hozan Şemdîn qediya.
HIDESHEIM
Li Hîdesheîm a Elmanya jî bi pêşengtiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk bernameyek hate amadekirin, nêzî 200 kesî tevlî bernameyê bû.
Di bîranînê de M. Şiyar Ozer (Xelîl Jêhat) ku 24'ê Tebaxê li Licê ya Amedê jiyana xwe ji dest dayî, Ayla Orak, şervana YPJ'ê ku li Minbicê jiyana xwe ji dest dayîn, Bunyamîn Kiliç(Baran Serhed Mîrza) ku 2'ê Îlonê li Şirnexê û Adîl Sunger (Lecwan Munzur) ku li Qadên Parastina Medya jiyana xwe ji dest dayin û Enwer Hemdoş ku li Rojava jiyana xwe ji dest dayî hate bibîranîn.
Di bîranînê de li ser navê malbatan axaftina hatin kirin û peyam hate dayin ku ,''em ê di rêya ronak de ku şehîdan û Rêbertî vekiriye têbikoşin''