NÛ BÛ

Tecrîd û desteserkirina şaredariyan li Ewropayê hatin şermezarkirin

Li gelek welatên Ewropayê, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û desteserkirina şaredariyên Kurdistanê hatin şermezarkirin.

Li gelek welatên Ewropayê, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û desteserkirina şaredariyên Kurdistanê hatin şermezarkirin.

PARÎS

Kurdistaniyên li meydana Repûblîqûe ya paytexta Fransa Parîsê li hev civiyan, ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û desteserkirina şaredariyên Kurdistanê, xwestin bimeşin. Lê belê ji ber bûyera dîlgirtinê ya li Dêra Le Saînt Gîlles a li taxa Chatelet a Parîsê, meş betal bû. Li vê derê, li ser navê girseyê endama Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê Zozan Serhat axivî û got, "Heta Rêberê me azad bibe, wê çalakiyên me bidomin." Di axaftinên li vir de ji bo çalakiya rûniştinê ya 19'ê Îlonê ya li ber avahiya Opera banga tevlîbûnê hat kirin.

MARSÎLYA

Kurdistaniyên li bajarê Marsîlya yê Fransayê dijîn ji meydana Cenabîerê heta qada Vîeûx Portê meşiyan. Di meşê de li ser komkujiyên dewleta Tirk ên li Kurdistanê dike, belavok hatin belavkirin. Beşdaran her wiha dan xuyakirin, ku ew ê li pêşberî êrîşên li dijî vîna siyasî ya Kurdan bêdeng nemînin û li dijî tecrîdê û qeyûm têbikoşin.

MANNHEÎM

Li bajarê Mannheîm ê Elmanyayê, bi beşdariya bi sedan kesî mîtîngek hat lidarxistin. Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Mannheîmê Cano Yildiz li vir peyivî û diyar kir ku xwedîderketina Kurdan û dostên wan li pêvajoyê, hişt ku hevdîtin bi Ocalan re were kirin. Li ser navê NAV-DEM'ê Ramazan Ozuak û li ser navê AGÎF'ê Hazal Çelîk peyivîn.

KASSEL

Li bajarê Kassel ê Elmanyayê, meşek hat lidarxistin. Girseya gel a li ber Postxaneya Navendî ya Kasselê li hev civiya, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şerê li Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirk ve tê meşandin, şermezar kirin. Meş li Frîedrîch Platzê qediya.

GOTEBORG

Li bajarê Goteborg ê Swêdê bi heman armancê çalakî hat lidarxistin. Di çalakiya li Brunn Parkê de, li ser navê Navenda Kurd a Demokratîk Alî Agirî axivî û got, "Hikûmeta AKP'ê ku şer lid ijî gelê Kurd ragihandiye, ji aliyekî ve navçeyên Kurdistanê dişewitîne û xera dike, li aliyê din jî dest datîne ser vîna gel şaredariyên li bajarên Kurdan." Abdullah Devecî jî diyar kir, gelê Kurd wê xwedî li vîna xwe derkeve û got, "Em ê li dijî êrîşên AKP'ê li ber xwe bidin. Em ê nehêlin ku Tirkiye veguhere sîstemeke faşîst a ji aliyê yek kesî ve tê birêvebirin."

TORONTO

Li bajarê Toronto yê Kanadayê, Kurdistanî li kolana Yonge&Bloor li hev civiyan û heta ber avahiya şaredariya bajêr ve meşiyan. Di meşê de tecrîd û desteserkirina şaredariyan hatin şermezarkirin.

...