CIVAK-EKOLOJÎ
Hemû Nûçe
-
RMC: La Niña lawaz xuya bike jî li gelek herêman germahî wê zêde be
Rêxistina Meteorolojiyê ya Cîhanê (RMC) a ser bi Neteweyên Yekbûyî ve diyar kir ku bûyera La Niña, ku bi kêmkirina germahiya global a heta astekê tê naskirin, di dema Kanûn-Sibatê de bi lawazî jî be wê xwe nîşan bide. -
Li Bestayê di bin çavdêriya leşkeran de dar têne birîn
Li Herêma Bestayê, di bin çavdêriya leşkeran de bi destê cerdevanan dar têne birîn, xweza tê wêrankirin. -
‘Parastina Hewsel û Dîcle parastina jiyan û siberojê ye’
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê got, “Parastina Hewsel û Dîcle ne tenê parastina qadekê; parastina nefesa vî bajarî, jiyan û siberojê ye. Ev wezîfeya parastinê ne tenê ya rêveberan, berpirsyariya hemû pêkhateyên bajêr e.” -
Li dijî birîna daran a li Dorşînê nerazîbûna civakî: Dar hatin çandin
Bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk gelek partiyên siyasî û rêxistinê civakî yên sivîl û ekolojiyê talana daran a li bajarokê Dorşînê ya navçeya Pasûr a Amedê protesto kirin û darên palamut û bahîvan çandin. -
Li Balikesîrê mitînga "Nan, ax û edalet" hat lidarxistin
Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Kendavê li Balikesirê “Civîna gel a nan, axê û edaletê" li dar xist. Di mitîngê de timî dirûşma “Dest nede hewaya min, ava min, axa min" hat berzkirin. -
'Copolá dos Povos' Serhildana Gelan
Li Belém a Amazonê ya Brezîlyayê, ‘Kombûna Gelan’ bi dawî bû. Civîna gelan, gelek rêxistin û çalakvanên civakî yên cîhanê anî gel hev û bû tevgereke girseyî ya navneteweyî. -
Rojhilatê Kurdistanê û tejaneya Gola Ûrmiyeyê ji ber ziwatiyê li ber hilweşînê ye
Ziwatiya dîrokî ya li Îranê bandora herî hilweşîner li Rojhilatê Kurdistanê û tejaneya Gola Ûrmiyê dike. Raporên navneteweyî nîşan didin ku ziwabûna çavkaniyên avê, hilweşîna çandiniyê, bahoza xwê û zexta koçberiyê li herêmê gihîştiye asteke krîtîk. -
Li Dersimê li dijî talankirina xwezayê nerazîbûna girseyî
Li Dersimê bi pêşengiya Platforma Xweza, Jiyan û Hawirdorê li dijî projeyên talankirina xwezayê li Qada Seyîd Riza mitîng lidar xist. -
Cînayeta kar: 2 karkerên din jî jiyana xwe ji dest dan
Li Rihayê ji 5 karkerên ku ji bin kavila înşaetê hatin derxistin, 2 karker jiyana xwe ji dest dan. -
Li Wanê ‘Daristana Rojîn Kabaîş’
Şaredariya Westan û Komeleya Ekolojiyê ya Wanê ji bo bîranîna xwendekara zanîngehê Rojîn Kabaîş a ku bi rengekî bi guman jiyana xwe ji dest da, li ber Çiyayê Artos “Daristana Rojîn Kabaîş” ava kirin. -
Li Belém’ê 50 hezar kes ji bo avhewayê meşiyan: Ji Amazonyayê me bibîhîzin
Li bajarê Belém ê li Amazonên Brezîlyayê nêzî 50 hezar kes ji bo zextê li ser muzakereyên COP30 bikin û bi daxwaza çalakiya lezgîn a li dijî krîza avhewayê, meşiyan. -
Banga welatên xizan a li COP30'î: Hûn vê krîzê diafirînin, berdêla wê jî hûn bidin
Welatên Efrîkayê ku bi encamên giran ên krîza avhewayê re rû bi rû ne li COP30'î gotin, "Me krîz neafirand, lê belê em berdêla vê krîzê didin" û daxwaza edaletê kirin. -
Ber bi kombûna gelan ve
Kombûna Ekososyalîst a Duyemîn a Amerîkaya Latîn û Karayîbê li Amazon-Belemê ya Brezîlyayê bi dawî bû. -
Ji bo têkoşîna gerestêrkê dengê jinan: Ji Amazonê berxwedan
Di dilê Brezîlyayê Amazonê de, 7-12 Mijdarê di pêşengiya jin, ekolojîst û gelên xwecihî de konferans, nîqaş û panel hatin lidarxistin. Ev çalakî, bersiva Konferansa Guhertina Avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî 2025(COP30) ye. -
Li Pasûrê hejmara miriyan bûn 4 kes
Di qezaya li Pasûrê de ji ber hilweşîna îskeleya pirekê, hejmara karkerên ku jiyana xwe ji dest dan bûn 4 kes. -
Qirêjiya hewayê: Bi hezaran kesan jiyana xwe ji dest dan
Li Îranê ji vwe hewaya qirêj di sala 2024’an de 58 hezar û 975 kesan jiyana xwe ji dest dan. -
Berhevkirina Kunciyan li Kobanê destpê kir
Li bajarê Kobanê û gundewarên wê yek ji çandiniya sereke çandiniya Kunciyan e. Lê cotkar dibêjin, berhemên îsal ji yên salên derbasbûyî kêmtir e. -
Bendavên bajarê Meşhed ê Îranê li ber ziwabûnê ne
Ava çar bendavên ku pêdiviya ava bajarê Meşhedê yê Îranê pêk tînin daketine asta krîtîk. Di salên dawî de li seranserê welat ziwabûneke dijwar tê jiyîn. -
Dersim bi rengê payîzê xemilî
Li Dersimê ku bi rengê payîzê xemilî, heybeta çiyê û rengîniya Geliyê Mûnzûrê bedewiyeke bêhempa afirand. -
Di bin çavdêriya leşkeran de xweza tê talankirin
Li Gabarê, cerdevan li bejahiya gundê Awalê di bin çavdêriya leşkeran de daran dibirin. -
Li Germiyanê bi pileya 4,7 erdhej çêbû
Li herêma Germiyanê bi pileya 4,7 Germiyan erd hejiya. -
‘Daristanên Merîwanê di xeteriyê de ne’
Meclîsa Keskan a Çiyayê Merîwanê ragihand ku şewata li daristanên Merîwan derketî 6 rojan dom kir û tevî hemû astengiyên rayedarên Îranî jî şewat ji aliyê endamên Meclîsê û welatiyan ve hate kontrolkirin. -
Konferansa Navneteweyî ya Jîngehê dawî bû
Konferansa 1’emîn ya Navneteweyî ya Jîngehê ya ku li Silêmaniyê hate lidarxistin bi bangewaziya têkoşîna hevpar a ji bo çareserkirina pirsgirêkên jîngehê û hevkariya herêmê bi dawî bû. -
Li Dorşînê di bin çavdêriya leşkeran de bi tonan dar hatin birîn
Li herêma Eskar û Beyrokê ên li bin qontara Dorşînê ne, di bin çavdêriya leşkerî de qirkirina daran berdewam dike. -
Konferansa Jîngehê ya Navneteweyî ya 1'emîn a Silêmaniyeyê destpê kir
Li Zanîngeha Silêmaniyeyê, bi pêşengiya Beşa Biyolojiyê Konferansa Jîngehê ya Navneteweyî ya 1'emîn (Eko Kurdistan) destpê kir.