Endonezya piştî karesatê destûrên daristanan betal kir

Hikûmeta Endonezyayê piştî lehiyê û hezazên li Girava Sumatrayê ku zêdetirî 1000 kesan jiyana xwe ji dest dan, biryar da ku li seranserê welat zêdetirî 20 destûrnameyên daristanan betal bike.

Li gorî Ajansa Rêvebiriya Karesatên Neteweyî lehiyê û hezazên ku bandor li sê eyaletên Sumatrayê kirine, heta niha 1030 kesan jiyana xwe ji dest dane û nêzîkî 7000 kes birîndar bûne.

Hikûmet jî wekî jîngehparêz û pisporan, di wê baweriyê de ye ku birîna daristanan rê li ber karesatên wêranker vekiriye.

Wezîrê Daristanê Raja Juli Antonî roja Duşemê biryar ragihand û destnîşan kir ku birîna daristanan roleke mezin di karesatan de lîstiye.

Wezîr Antonî daxuyand ku 22 destûrnameyên bikaranîna daristanan ku zêdetirî mîlyonek hektar e, dê werin betalkirin û daxuyand ku zêdetirî 110,000 hektar li Sumatrayê ne. Antonî bi bîr xist ku di destpêka vê salê de 18 lîsansên ku bi qasî 500,000 hektarî di nava xwe de vedihewînin hatine betalkirin.

Endonezya di nav welatên ku rêjeyên herî bilind ên windabûna daristanan li cîhanê hene de ye. Li gorî projeya Nusantara Atlas a înîsiyatîfa parastinê The TreeMap, di sala 2024'an de li welêt zêdetirî 240,000 hektar daristan hatine wêrankirin. Biryara dawî ya hikûmetê wekî guhertinek qismî ya paşve gavavêtina  polîtîkayên daristanan tê dîtin.