CIVAK-EKOLOJÎ
Hemû Nûçe
-
Qendîl bi rengê biharê xemilî
Bi biharê re xwezaya li Qendîlê ji nû ve geş bû. Darên bihîvan bişikivîn, çiya rengîn bû, hêvî geş bû. -
Gelê Gimgimê JES'ê naxwaze: Em bi biryar in ku têbikoşin
Gundiyên Çaylarê anîn ziman ku li dijî projeya JES'ê ya ku li ser Gimgimê tê ferzkirin ew bi biryar in ku têbikoşin û gotin, "Proje ji bilî sermayeyê bi kêrî kesî nayê. Em ê av û axa xwe biparêzin." -
Ji bedewiya xwezaya Qendîlê: Gundê Qelatê
Gundên binarê Qendîlê bi berxwedan û têkoşînên xwe yên salan hatine nasîn, di heman demê de xwezayek cuda heye ku tijî jiyan e û gundên çiyayan, şahidên vê yekê ne. -
Çileya 2026'an bû yek ji pênc çileyên herî germ
Servîsa Guherîna Avhewayê ya Copernicus a girêdayî Yekîtiya Ewropayê eşkere kir ku Çileya 2026'an, li seranserê cîhanê wekî pêncemîn meha Çileyê ya herî germ a ku heta niha hatiye tomarkirin, derbasî raporan bûye. -
Ekolojîst: "Parastina Rojava, parastina jiyanê, rûmetê û pêşeroja kolektîf e"
Li herêmên cuda yên cîhanê çalakvanên Ekolojîst ji bo Rojava peyama piştgiriyê weşandin û gotin: “Parastina Rojava, parastina jiyanê, rûmetê û pêşeroja kolektîf e.” -
Di nava bêdengiya spî de Qendîl a berxwedêr
Xemla spî ya li serê çiyayên Qendîlê û qeşa li geliyan, heybeta bêhempa ya xwezayê vediguherîne keleheke îradeyê. -
Li bazarê bertek nîşanî mûçeya kêmtirîn dan: Em nan bi deyn dikirin
Mûçeyê kêmtirîn ê sala nû têra kirêya malê nake. Xelkê Amedê diyar kirin ku ew pêwîstiyên bazarê bi deyn dikirin. Xelkê Amedê bertek nîşanî krîza ku her diçe kûr dibe û gotin "Em birçî radizên û birçî şiyar dibin. Em bi meraq ka wê sibê çi bibe dijîn." -
Li Îkîzkoyê darên zeytûnan tên birîn
Kargeha kana komirê YK Enerjî ya ku komirê dide Santrala Termîk a Yenîkoy-Kemerkoyê, bi awayekî derqanûnî darên zeytûnan ên welatiyekî birî. -
Nêrînek ji ser Girê Sîser
Rêwîtiya me ya deh rojan a li Girê Sîserê bedewiya bêhempa ya xwezayê û jiyana gerîla ya bi zor û zehmetiyan hûnandî radixe pêş çavan. Daristanên zerbûyî, pala çiyê ya ji kevirên lav û şikeftan nîşaneya têkiliya çiyê û gerîla diyar dike. -
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hêzên Parastina Jîngehê ava bû
Saziya Jîngehê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di çarçoveya biryarên ji bo parastina jîngehê de Hêzên Parastina Jîngehê ava kir ku wê bi Hêzên Ewlekariya Hundirîn re hevkariyê bike. -
Pisîka Serîpehn a nifşê wê li ber tinebûnê bû, careke din hate dîtin
Pisîka bejî ya serîpehn ku demeke dirêj e dihate texmînkirin ku nifşê wê li Taylandê tine bûye, piştî 30 salan careke din hate dîtin. Rayedarên parastina xwezayê gotin, ev yek ji bo paşeroja nifşan cihê hêviyê ye. -
FEDA û DAKB: Gaxan banga li aştiyê ye
Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA) û Yekîtiya Jinên Elewî ya Demokratîk (DAKB) bi wesîleya Gaxanê daxuyaniyek dan û ji bo aştî, xwestek û jiyana wekhev bang kirin. -
KCÊ-E: Cejna Êzî pîroz be
Koordînasyona Civaka Êzidî ya li Ewropayê cejna Êzî pîroz kir û bang li civaka Êzidî kir ku xêr û xêratên xwe ji Êzidiyên li kampan, ji Şengalê û koçberên Serêkaniyê û Efrînê re bişînin. -
Endonezya piştî karesatê destûrên daristanan betal kir
Hikûmeta Endonezyayê piştî lehiyê û hezazên li Girava Sumatrayê ku zêdetirî 1000 kesan jiyana xwe ji dest dan, biryar da ku li seranserê welat zêdetirî 20 destûrnameyên daristanan betal bike. -
Heyva Sor a Kurdistanê ji bo mexdûrên lehiyê banga alîkariyê kir
Heyva Sor a Kurdistanê ji bo mexdûrên lehiya li Çemçemal, Germiyan û Kelarê banga alîkariyê kir. -
KNK: Hikûmeta Başûrê Kurdistanê divê zirara lehiyê pêşwazî bike
KNK’ê ji bo kampanyaya ku ji bo alîkarî dayîna mexdûrên lehiyê ya li Başûrê Kurdistanê hatî destpêkirin, banga piştgiriyê kir. -
Di lehiya Başûrê Kurdistanê de 5 kes jiyana xwe ji dest dan
Di karesata lehiyê ya li Başûrê Kurdistanê de 5 kes jiyana xwe ji dest da, xanî û wesayît man di bin avê de û gele bendav bi ser de çûn. -
Fonên ji bo cihêrengiya biyo bi milyaran dolarî kêm e
Rapora nû ya Meclîsa Hawirdorê ya Neteweyên Yekbûyî raxist pêş çavan ku fonên navneteweyî yên ji bo bicihanîna armanca 30×30 ku dixwaze herî kêm ji sedî 30 ê bejahî û okyanûsên cîhanê heta sala 2030'î biparêze, bi milyaran dolarî kêm e. -
Li Qersê rêyên 17 gundan hatin girtin
Li Qersê ji ber barîna zêde ya berfê, rêya 17 gundan hatin girtin. -
Qaymeqamê Çemçemalê derbarê lehiyê de daxuyanî da
Qaymeqamê Çemçemalê Remek Remezan diyar kir ku di lehiya li navçeyê de 2 kes jiyana xwe ji dest dane, 12 kes birîndar bûne û zerar gihîştiye 500 xaniyan. -
Copernicus: 2025 dibe ku bibe sala duyemîn a herî germ
Li gorî daneyên dawî yên navenda çavdêriyê ya avhewayê ya Yekîtiya Ewropayê Copernicus, sala 2025’an nêz bûye ku bibe sala duyemîn a herî germ. -
Li Wanê bi mezinahiya 4.6’ê erdhej çêbû
Li navçeya Tûşba a Wanê bi mezinahiya 4.6'ê erdhej çêbû. -
Dîmenê talankariya artêşa Tirk a li gundê Şêlazê
Gundiyekî Şêlazê piştî demeke dirêj li gundê xwe vegeriya, lê belê li talankariyeke mezin a artêşa Tirk rast hat. -
Qendîl bi rengê payîzê xemilî
Qendîl bi rengê bedew ê payîzê xemilî ye. -
YE bê etîket destûr dide firotina GDO’yên nifşên nû
Welatên Yekîtiya Ewropayê di 3’yê Kanûnê de, li hev kirin ku qaîdeyên ji bo berhemên ku bi karanîna teknîkên genetîkî yên nû têne hilberandin sivik bike.