CIVAK-EKOLOJÎ
Hemû Nûçe
-
Havîn, ji bo wan demsala ‘kedê ye’: di bin germa rojê de firingiyan hişk dikin
Jinên ku di bin germa rojê de karê hişkkirina firingiyan dikin bi gotina; ‘’Her tişt ji bo kirîna nanekî û hinekî rûn e.’’ kurteya jiyana xwe anîn ziman. Jinên diyar kirin ku ew tevî zehmetiyan jî bi qasî keda xwe qezenc nakin. -
Qirkirina Ekolojiyê dibe ku weke sûcekî navneteweyî bê qebûlkirin
Di demên dawî de hewldanên ji bo naskirina ‘qirkirina ekolojiyê’ di asta navneteweyî de zêde bûn. Ev însiyatîfa ku bi pêşengiya welatên giravê û welatên pêş dikevin ve tê birêvebirin, armanc dike ku texrîbata li hemberî jîngehê tê kirin bê ceza nemîne. -
KJK’ê: Divê têkoşîna ekolojîk li dijî şewatên sîstematîk bê berfirehkirin
Koordînasyona KJK’ê da zanîn ku şewata daristanan ‘sîstematîk e’ û banga berfirehkirina têkoşîna ekolojîk kir. -
Welatiyên ji Licê: Şewatê ji binê qereqolê dest pê kir!
Li Licê di şewata ku duh nîvro dest pê kir û heya derengiya şevê berdewam kir de bi sedan donim erd şewitî. Welatiyan anîn ziman ku şewatê li aliyê qereqolê dest pê kiriye û di nava demeke kurt de belav bûye. -
Li hember avakirina HES’ê ya li hewza Sarimê bertek hat nîşandan
Jîngehparêz Emîn Turhallî, li dijî biryara ji nû ve keşfê ya ji bo projeya HES’ê li Hawza Sarimê bertek nîşan da. Turhallî diyar kir ku HES û bendav zirarên bêveger didin xweza, çandinî û jiyana zindî. -
Şewata li Hênê gihîşt Licê û nayê kontrolkirin
Şewata ku nîvro li navçeya Hênê ya Amedê derket, ber bi taxên Licê ve belav bû. Ji ber ku ji hewa mudaxale nayê kirin, tevî hemû hewldanan jî şewat nehatiye kontrolkirin. -
Lihevkirina li hemberî qirêjîtiya plastîk pêk nehat: Fransayê bi tundî nerazîbûn nîşan da
185 welatên ku lihemberî qirêjîtiya plastîk li Cenevreyê kom bûn, ji hevdîtin û muzakereyên bi rojan berdewam kirin, lihevkirinek pêk neanîn û belav bûn. Fransayê li hemberî astengiya ‘’komeke welatên biçûk’’ nerazîbûnên xwe nîşan da. -
Li Gaboneyê cihên ku di kolandinên arkeolojîk de hatine dîtin, nîşaneya çi ne?
Lêkolînên arkeolojîk ên li herêma Lastourville ya rojhilatê Gabonê nîşan didin ku di dîroka berê de mirov ne jiyaneke hoveber, berevajî jiyaneke pêşketî jiyan e. -
Girêdana mirovan bi xwezayê re ji sedî 60 kêm bûye
Li gorî lêkolîneke nû girêdana mirovan a bi xwezayê re ji sala 1800’an û vir ve ji sedî 60 kêm bûye. Ev rewş, windabûna peyvên têkildarê xwezayê yên weke ‘Çem’, ‘Kevz’ û ‘Gul’ di nava pirtûkan de piştrast dike. -
Helîna qeşayê çîroka kesekî 28 sal in winda ye ronî kir
Li herêmeke çiyayî ya bakur-rojhilatê Pakîstanê, bi helîna qeşayê re cenazayê kesek hat dîtin. Hat diyar kirin ku cenaze aîdê kesekî ku 28 sal berê winda bibû. -
Li Swîsreyê her ji 20 kesan yek jê girêdayî kirînê ye
Li gorî nûçeya RTS’ê, li Swîsreyê nêzî 450,000 kes bi girêdayîbûna kirînê ya patolojîk re dijîn. -
Li Kobanê îsal ji ber ziwabûnê hilberîna fistiqan kêm bû
Li Kobanê û gundên wê dest bi berhevkirina fistiqan hatiye kirin, cotkar dibêjin ku wekî îsal ti carî berhemên wan ewqas kêm nebûne. -
Nîvê Ewropa û Deryaya Spî bi ziwabûnê re rû bi rû ye
Li gorî Çavdêriya Hişksalî ya Ewropayê (EDO), di navbera 11 û 19’ê Tîrmeha 2025’an de ji %51,9’ê herêmên li dora Ewropa û Deryaya Spî bi ziwabûnê re rû bi rû mane. -
Karesatên xwezayî di destpêka 2025’an de 135 milyar dolar zirar da
Swiss Re roja çarşemê texmînên destpêkê weşand û ragihand ku 6 mehên ewilî yên sala 2025’an de, ji ber karesatên xwezayî 135 milyar dolar (116 milyar Euro) zirara aborî çêbû. -
Li navçeya Elkê ya Şirnexê şewat derket
Li devera Hergûriyê yê gundê Çêmanê yê navçeya Elkê şewat derket. -
Di 7 mehan de nêzî 50 hezar hektar qad şewitî
Li gor daneyên Midûriyeta Giştî ya Daristanan, di 7 mehên ewil ên salê de 4 hezar û 426 caran agir bi daristanan ketiye. Bi giştî qadeke 49 hezar û 769 hektar bû xwelî. -
KCK: Têkoşîna hevbeş dikare vê şewatê vemirîne
Komîteya Ekolojiyê ya KCK’ê têkildarî şewatên daristanan ên li Kurdistan û Tirkiyeyê daxuyaniyeke nivîskî da û got: ‘’Divê em nirxên xwe yên hevbeş, ava xwe, axa xwe û daristanên xwe biparêzin.’’ -
KNK: Jîngeha me niştîmana me ye, parastina wê erkê me ye!
KNK’ê derbarê şewata li Çiyayê Aviyerê daxuyaniyek da û şehîdên jîngehparêz bibîr anî û polîtîkayên qirkirina xweza û civakê ya Îranê şermazer kir. -
ICJ: Têkoşîna li dijî guhertina avhewayê, berpirsyariya dewletan a mafê mirovan e
Dîwana Adaletê ya Navnetewî ya ku navenda wê Laheyê(ICJ), ragihand ku dewletên têkoşîna li hemberî guhertina avhewayê di çarçoveya hiqûqa mafê mirovan de xwedî berpirsyariyên diyarker in. -
PJAK: Ew şehîdên jîngeha Zagrosê ne
Komîteya Ekolojiyê ya PJAK’ê diyar kir ku parazvanên jîngehê Çiyako Yusif Nejad û Xebat Eminî şehîdên jîngehê yên Zagrosê ne û got, "Fedakariya aktîvîstên jîngehê yên ku jiyana xwe ji dest dane, nayê jibîrkirin.” -
Li Deşta Fîsê ya Licê şewat derket
Li Deşta Fîsê ya navçeya Licê ya Amedê şewat derket. -
Komîteya Ekolojiyê: Demildest destê ji axa me vekişînin
Komîteya Ekolojiyê bertek nîşanî xebatên madenê yên li Zozanê Hesendînê da û got, "Em li vir bang komên sermeyadar û hevkarên wan dikin ku destê xwe ji axa me û qadên jiyanê vekişînin." -
2 jîngehparêzên din ên Kurd jiyana xwe ji dest dan
Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistanê ragihand ku 2 jîngehparêzên Kurd ên ku dema hewl didan agirê li bilindahiyên çiyayê Avyer kontrol bikin birîndar bûn, ji ber rêjeya zêde ya şewatê jiyana xwe ji dest dan. -
Festîvala Munzûrê ya Çand û Xwezayê di roja xwe dawî de ye
Di roja dawî ya 23’emîn festîvala Munzûrê ya Çand û Xwezayê de panelên “hilweşîna ekolojik” û “maden, talana xwezayê” hatin lidar xistin. -
Meclisa Ekolojiyê ya Amedê ji bo Şikefta Bîrkleyn bang kir
Meclisa Ekolojiyê ya Amedê xwest ku tavilê dest ji xebatên kargeha keviran a li taxa Korxa ya Licê bê berdan ku hebûna xwezayî ya Şikefta Bîrkleynê ya dîrokî tehdît dike.