CIVAK-EKOLOJÎ
Hemû Nûçe
-
'Divê pêşî aştî bi xwezaya Kurdan re bê kirin'
Endamên Meclîsa Ekolojî ya Amedê yên ku dibêjin “Yên ku bi xwezayê re aştî nekin nikarin bi mirov re jî aştî pêk bînin” bang kirin ku hemû karên bi navê ‘ewlehiyê’ de tên kirin bêne rawestandin. -
Li Şêxanê dar jinûve şîn bûn
Li Şêxanê ku du salan bê navber dar lê hate birîn, daristan ji nû ve şîn bû. Li qada ku kesk bûye, di nava du salan de gelek darên ciwan hatibûn birîn. -
Li Çiyayê Cûdî şewat derket
Li Çiyayê Cûdî li nêzî baregeha leşkerî şewat derket. Şewata ku belav bûye hêj tu midaxileyek lê nehatiye kirin. -
Gulana 2025’an bû meha gulanê ya duyemîn a herî germ
Li gorî çavdêriya avhawayê ya Ewropayê Copernicusê Gulana 2025’an wekî meha gulanê ya herî germ di dîrokê de hat tomarkirin. -
Li Dersimê li dijî projeya madenê ya pomzayê meşiyan
Platforma Hawirdor û Xwezayê ya Xozat-Pêrtag Sekasurê jî li dijî vê projeya madena pomzayê ya ku hewl didin li navçeyên Xozat û Pêrtagê bên avakirin meşiyan. -
Li Sûriyeyê qaçaxçitiya berhemên dîrokî zêde bûye
Li Sûriyeyê hilweşîna rejîma berê û belavbûna amûra ewlekariyê bû seedem ku qeçaxçitiya berhemên dîrokî zêde bibe. Pispor dibêjin, mîrateya çandî ya li Sûriyeyê ji her demê bêhtir bi gefeke mezin re rû bi rû ye. -
Zekî Îrmez: Ekolojiya Botanê bi rêk û pêk tê talankirin
Parlamenterê DEM Partiyê Zekî Îrmez bal kişand ser talankirina xwezayê ya herêma Botanê ku ji sala 2018'an û vir ve dewam dike û ev pêvajo weke qirkirina ekolojiyê pênase kir. -
PÎK: Bila Cejna Qurbanê bibe wesîleya yekîtiya gelê Kurd
Serokê PÎK'ê Hîkmet Serbilind bi boneya Cejna Qurbanê daxuyaniyeke nivîskî da û got: "Daxwaza me ji Rehman ew e ku cejna îsal bibê wesîleya yekîtiya gelÊ Kurd û bibê mizgîniya xêrê ji bo Kurdistana azad û serbixwe." -
CÎK'ê cejna Qurbanê pîroz kir
CÎK'ê bi peyamekê Cejna Qurbanê pîroz kir û got, "Em bang li gelê xwe dikin ku hîn bi xurtî xwedî li bawerî, ziman û nirxên xwe yên civakî derkeve." -
DEM Partiyê Cejna Qurbanê pîroz kir
Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê bi gotina, "Em hêvî dikin ku Cejna Qurbanê ji bo me hemûyan aştî, azadî û wekheviyê bîne" Cejna Qurbanê pîroz kir. -
Li gundê ku rîska aşûtê lê heye, dixwazin daran bibirin!
Li gundê Hemka yê navçeya Elkê, gundî li ber belgeya birîna daran a bi navê 'Ciwankirin û ewlekariyê' rabûn û gotin, "Dar çavkaniya me ya jiyanê ye. Em vê birînê qebûl nakin." -
Bandora germahiya global a li ser qeşayê gelekî zêde ye
Li gorî lêkolîneke navneteweyî ya li kovara Science hate weşandin, germahiya global di asta îro de bimîne jî ji sedî 40 ê qeşaya heyî dibe ku bihele. -
Nîvê nifûsa cîhanê bi germahiya dijwar re rû bi rû ye
Li gorî lêkolîneke ku nû hatiye weşandin, nêzîkî nîvê nifûsa cîhanê ji ber guherîna avhewayê ya ji ber mirovan meheke din bi germahiya dijwar re rû bi rû man. -
Li Iraqê 2 kes ji ber germê jiyana xwe ji dest dan
Li Iraqê bandora germê ya mehên havînê careke din xwe nîşan da. Germahiya hewayê gihîşt 49 dereceyan û du kesan jiyana xwe ji dest dan. -
Di meha Gulanê de li 99 herêmên Çînê pileya germahiyê gelekî bilind bû
Li herêmên bakur û navîn ên Çînê vê hefteyê ji ber pêla germahiya zêde li 99 navendên meterolojiyê rekorên germahiya meha Gulanê yan wekhev bûn yan jî jê derbas kirin. Li hin herêman germahî gihîşt 40°C’yî. -
Bîra sondajê ya li çêrgehê: Koçberî li gel tê ferzkirin
Ahmet Fîdan nerazîbûn nîşanî bîrên sondajê yên li zozanên Licê da û got, "Eger ev der bê tinekirin hem çavkaniya me ya debarê hem jî qada me ya jiyanê wê biqede. Eger em nikaribin sewalkariyê bikin, em ê neçar bimînin ku koç bikin." -
TEV-EKO: Têkoşîna parastina gelekî vediguhere formeke nû
Tevgera Ekolojiya Kurdistan a Ewropayê (TEV-EKO), diyar kir ku biryarên 12’emîn Kongreya PKK’ê ‘destpêkeke nû ye’ û got, “Têkoşîna parastina gelekî vediguhere formeke nû.” -
Nîsana 2025'an bû duyemîn Nîsana herî germ
Saziya çavdêriya avhewayê ya Yekîtiya Ewropayê Copernicusê roja Pêncşemê daxuyaniyek da û diyar kir ku Nîsana 2025'an bû duyemîn Nîsana herî germ a ku di asta navneteweyî de heta niha hatiye qeydkirin. -
Li Bernê panela li ser 'krîza avhewayê ya global û talana ekolojîk a li Kurdistanê'
Tevgera Ekolojiyê ya Kurdistanê li Ewropayê (Tev-Ekko) û Greva Avhewayê ya Swîsreyê (Klima Streik) li Bernê bi sernavê "Krîza avhewayê ya global û talana ekolojîk a li Kurdistanê' panelek lidar xistin. -
Aliyekî geliyê Godernê bihar e, aliyê din jî talan e!
Li Geliyê Godernê ku bi Bendava Sîlvanê re wê di binê avê de bimîne, li gel xisara lê hatiye kirin jî dar bişkivîn. Li aliyekî kepçe, li aliyê din jî dengê çivîkan. Dîmenên dawî yên Geliyê Godernê. -
Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê hişyariya ji ber tozê
Rayedarên Îranî ji ber barîna axê ya li rojavayê welêt biryar dan ku li gelek eyaletan navberê bidin dibistanan û bang li nêzîkî 13 milyon welatiyan hate kirin ku ji malên xwe dernekevin. -
Dixwazin bi raporên ÇED’ê yên sexte mêrgan tune bikin
Gundiyên li Pasûrê yên li hemberî çêkirina Santrala Enerjiya Rojê ya bi rapora ÇED’ê ya sexte tê çêkirin, çalakiyan li dar dixin û gotin ku ‘’Hewl didin qadên me yên jiyanê tune bikin’’ û banga betalbûna projeyê kirin. -
Hin dewlet li ser şopa karbonê hîleyê dikin!
Li gorî analîzeke nû, hin dewlet ji bo şopa karbonê kêm nîşan bidin kapasîteya mêtina CO2 ya daristanên xwe dinepixînin. -
Li çiyayê Hesandinê ji bo qereqol û madenê rê tê çêkirin
Li çiyayê Hesandin ê li navçeya Pasûrê ya Amedê, ji bo çêkirina qereqolê rê tê çêkirin. Gundiyan nerazîbûn nîşanî xisara li xwezayê dan û gotin, rê ne tenê ji bo qereqolê her wiha ji bo karê madenê jî tê çêkirin. -
DEM Partiyê cejna Paskalyayê pîroz kir
DEM Partiyê got, "Cejna Paskalya ya ku sembola hêvî û jinûve jidayikbûnê ye, pîroz be."