CIVAK-EKOLOJÎ
Hemû Nûçe
-
Pêlên germê her sal dibin sedema mirina 150 hezar kesî
Li gorî lêkolîneke ku ji aliyê zanîngeha Monash a Awûstralyayê ve hatiye kirin, pêlên germê yên ku di mehên herî germ ên salê de tên jiyîn, her sal li seranserê cîhanê dibe sedema mirina zêdetirî 150 hezar kesî. -
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bi pîrozkirina Roja Zimanê Kurdî got, "15'ê Gulanê roja hişyarbûnê ye. Roja ku gelê Kurd israra xwe ya li dijî polîtîkayên qirkirinê nû kir." -
Enstîtuya Kurdî roja Zimanê Kurdî pîroz kir
Rêveberiya Enstîtuya Kurdî ya ji bo Lêkolîn û Zanistî ya li Elmanyayê bi daxuyaniyeke nivîskî 15’ê Gulanê roja Zimanê Kurdî pîroz kir û banga xwedî derketina li Zimanê Kurdî kir. -
FC Roj Spor û Mezopotamya Spor derbasî lîga jor bûn
Tîmên futbolê yên Kurdan ên li Elmanyayê FC Roj Spor û Mezopotamya Spor derbasî lîgeke hîn bilind bûn. -
Li Efganistanê ji ber lehiyê zêdeyî 300 kes mirin
Neteweyên Yekbûyî ragihand ku li bakurê Efganistanê ji ber lehiyê zêdeyî 300 kes mirin. -
Dagirkeran li Minbicê 200 hektar û 3 hezar darên zeytûnan şewitandin
Li Minbicê di encama topbarana artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de 200 hektar erd û 3 hezar darên zeytûnan şewitandin. -
Yekîtiya Ekolojiyê li dijî texrîbatên ekolojîk civîn lidar xist
Endamên Yekîtiya Ekolojiyê li Amedê li dijî texrîbatên ekolojîk ên ku desthilatdariya AKP-MHP’ê bûyî sedem, civîn lidar xistin. -
Tûrnûvaya Futbolê ya Şehîd Seher Denîz bi dawî bû
ûrnûvaya Futbolê ya Şehîd Seher Denîz a li Heîlbronnê bi dawî bû. -
Qirkirina daran li Dersimê hate şermezarkirin
Komeleya Hawirdor û Parastina Mûnzûrê qirkirina daran li Dersimê şermezar kir. -
Bi hunera karê destan kevneşopiyên xwe didomînin
Delal û Nalîn ku xwişkên hev in, tevî temenên xwe yên biçûk bi hunerê karê destan kevneşopiyên xwe didomînin. -
Li Latîn Emerîkayê karesata jîngehê bi awayekî rekor hat tomarkirin
Rêxistina Meteorolojiyê ya Cîhanê (WMO) ragihand ku fenomena El Nîno û guherîna avhewayê di sala 2023’yan de li Latîn Emerîkayê rê li ber gelek rekorên karesata hawirdorê vekir. -
20 sal in karê tiba xwezayî dike
Qehtan El Nezal ku ev 20 sal in karê tiba xwezayî dike, da zanîn ku dermanên xwezayî wê di nava civaka me de bêhtir werin bikaranîn. -
Qirkirina ekolojîk dewam dike
Hevserokê Desteya Ekolojiyê Îbrahîm Esed got, dewleta Tirk li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi rêk û pêk qirkirina ekolojîk û civakî dike. -
Werzişvanê Kurd Cûmalî Arslan li Ewropayê ji serkeftinê têr nabe
Werzişvanê Kurd Cûmalî Arslan li Ewropayê di gelek pêşbirkan de bû yekemîn. -
Li Erzînganê erd hejiya
Li Erzînganê bi pileya 4.1 erd hejiya. -
Xelkê Colemêrgê li ber xwe dide: Bila xebatên kanên madenê bên rawestandin
Li herêma Marînos a Colemêrgê, nobeta gel a li dijî xebatên kanên madenê di roja 4’an de ye. -
‘1 Milyon û 500 hezar donim genim li Cizîrê hatiye çandin’
Metez Ehmed diyar kir ku li Kantona Cizîrê piştî êrîşên dewleta Tirk a dagirker rewşa çandiniyê zehmet bûye û destnîşan kir ku 1 milyon û 500 hezar donim genim li Cizîrê hatiye çandin. -
Kerîm: Kêmbûna amûrên çandinî û teknolojiyê wisa kir ku laşekî me yê tendurist hebe
Cotkarekî gundê Geçêneyê Hadî Heme Kerîm têkildarî zêdebûna amûrên çandiniyê û bikaranîna teknolojiyê got ku kêmbûna amûrên çandiniyê di wextên berê de wisa kir ku laşekî me yê tendurist hebe. -
Amedspor derdikeve maça şampiyoniyê
Amedspor a ku diLîga 2’yemîn a Koma Sor a TFF’ê de lîdertiya xwe didomîne, ger îro li stada Amedê li hemberî Îdirsporê bi ser bikeve wê şampiyoniya xwe ragihîne. -
‘Gundê Geçêneyê bi awayê xwe yê siruştî maye’
Kesên ku serdana gundê Geçêneyê dikin, dibêjin qey ev gund bi awayê xwe yê siruştî maye û dibêjin: “Kesên ku serdana vê derê dikin, divê paqijiya jîngeha gund biparêzin.” -
Tirkiye di 'Endeksa Paşeroja Kesk' de di rêzên dawiyê de ye
Li gorî rapora Enstîtuya Teknolojiyê ya Massachûsettsê (MIT) ya Endeksa Paşeroja Kesk a 2023’yan di nava 76 welatan de Tirkiye di rêza 63’eyemîn de ye. -
Kantona Cizîrê werza Biharê bi rengên xweşik pêşwaz dike
Li herêma Cizîrê hatina Baranê, Biharek pir xweşik li pey xwe xemiland. -
Li Rûsyayê karesata lehiyê berdewam dike
Rayedarên herêma Kurgan a Ûralê ya Rûsyayê, ji ber lehiyên dîrokî bang li welatiyan kirin ku "demildest" malên xwe vala bikin û hişyarî dan ku wê bi şev rewş "pir dijwar" bibe. -
Kalçik: AKP her wiha dijminê erdnîgariya Kurdan e
Serokê Van Çev-Derê Alî Kalçik destnîşan kir ku AKP çavkaniya gelek pirsgirêkên giran ên li xwezayê ye û got, li gel înkarkirina nasnameya Kurd her wiha dijminatiyê li xwezaya Kurdan dike. -
Li Meletiyê bi pileya 4.1 erd hejiya
Li Meletiyê di saet 08.44’an de bi pileya 4.1 erd hejiya.