CIVAK-EKOLOJÎ
Komîteya Ekolojiyê ya KCK'ê got, "Her cihê ku daristanên me tê birîn, zevî û ava me tê talankirin, li her devera ku bendav, santralên enerjiyê û maden têne avakirin divê bibe qadeke têkoşînê ku mafê jiyanê lê tê parastin."
Li navçeya Gimgim a Mûşê bi hezaran kes di mîtîngekê de li hev kom bûn û li ber talankirina xwezayê rabûn. Nûnerên partiyên siyasî û aktîvîstên ekolojiyê ji bo mezinkirina berxwedana li dijî projeya JES'ê bang kirin.
Ziwatiya dîrokî ya li Îranê bandora herî hilweşîner li Rojhilatê Kurdistanê û tejaneya Gola Ûrmiyê dike. Raporên navneteweyî nîşan didin ku ziwabûna çavkaniyên avê, hilweşîna çandiniyê, bahoza xwê û zexta koçberiyê li herêmê gihîştiye asteke krîtîk.
Di dilê Brezîlyayê Amazonê de, 7-12 Mijdarê di pêşengiya jin, ekolojîst û gelên xwecihî de konferans, nîqaş û panel hatin lidarxistin. Ev çalakî, bersiva Konferansa Guhertina Avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî 2025(COP30) ye.
Rêxistinên ekolojî, civaka sivîl, partiyên siyasî û welatî li dijî talankirina xwezayê ya li navçeya Pasûrê ya Amedê didome, meşekî girseyî li dar xistin.
Hemû Nûçe
-
-
Li Bursa û Karabukê şewat didomin
Li Bursayê şewatên daristanan gihişt qadên niştecihiyê jî, hezar û 765 kes ji herêmê hatin tehliyekirin. Şewata li Karabukê jî di roja 5’an de didome.
-
Komîteya Ekolojiyê ya KCK'ê Hemîd Muradî bi bîr anî
Komîteya Ekolojiyê ya KCK’ê Hemîd Muradî yê ku şeva 25’ê Tîrmehê li çiyayên Sine ji ber şewatê jiyana xwe ji dest da, bi bîr anî û got, “Hemîd Muradî ji bo ku xweza û daristanên welatê wî neşewitin, canê xwe feda kir. Ev sekin pir bi rûmet û bi nirx e."
-
Şewatên li Tirkiye û Kurdistanê
Li gelek herêmên Tirkiye û Kurdistanê şewat derketin. Li herêma Alîbogazi ya di navbera navçeyên Xozat, Pulur û Çemişgezekê yên Dersimê de ye şewat derket.
-
-
-
-
-
Li Aydinê şewat derket
Tevî ku şewata li qada darên zeytûnan a li ser rêya Soke û Aydinê ya li herêma Agavliyê berdewam dike jî şewatên li navçeya Ûrla ya Îzmîrê û navçeya Gonen a Balikesîrê jî hatin kontrolkirin.
-
-
-
Zozan bi rêk û pêk têne qedexekirin
Gullu Şeker a ji Şirnexê nerazîbûn nîşanî qedexeya li gundê wan da û got, “Çavkaniya me ya debarê tê astengkirin. Li ser xaka xwe weke ku di girtîgehê de ne. Bi vê qedexeyê bêhn li me hatiye çikandin.”
-
‘Em ê rê nedin karê madenê’
Li dijî karê madenê yê li Zozanê Hesandinê çalakiya kon dewam dike. Şêniyên herêmê diyar kirin ku wê bi ti awayî destûrê nedin madenê û di vê mijarê de biryardariya xwe nîşan dan.
-
-
-
-
Li Gabarê bi hezaran dar şewitîn
Li Çiyayê Gabarê ji ber şewata ku duh di saetên nîvro de li qada daristanî derketî, bi hezaran dar şewitîn û gelek zindî mirin.
-
-
-
-
-
-
-
Ji her deh deqeyan carekê ji ber tenêtiyê kesek dimire
Li gorî rapora herî dawî ya ji aliyê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ve hat weşandin, li seranserê cîhanê ji her şeş kesan yek bi tenêtiyê re têdikoşe û ji her deh deqeyan carekê rê li ber mirina kesekî vedike.
-
Tirkiye û Îran avê jî bi kar tînin
Ji Zanîngeha Jawaharhal Nehru Anuradha Jangra anî ziman ku polîtîkayên avê yên Tirkiye û Îranê bandorê li Kurdistana Federe û Iraqê dike.