CIVAK-EKOLOJÎ
Hemû Nûçe
-
Forûma Avê ya Mezopotamyayê li Amedê destpê kir: Av çek nîne
Forûma Avê ya Mezopotamyayê (MSF) a 2'yemîn li Amedê destpê kir ku armanca xwe parastina çavkaniyên avê yên li Mezopotamyayê, misogerkirina edaleta ekolojîk û parastina mafê avê yê gelan e. -
Çewlîg ji erdhejeke gengaz re ne amade ye
Nûnerê Bajarê Çewlîgê yê Odeya Endezyarên Înşaetê Ayetûllah Keskîn diyar kir ku li bajêr rîska erdhejek bi mezinahiya di asta navîn û mezin heye, lê belê bajar jê re ne amade ye. -
Krîza xurekê wê bibe sedema pêleke nû ya koçberiyê
Ziwatiya ku bi krîza avhewayê re zêde bû, lehî û kêmbûna xurekê bi milyonan mirovî neçarî koçberiyê dike. Pispor dibêjin, ewlehiya xurekê êdî ne tenê meseleyeke mirovî ye, her wiha meseleyeke aştiya navneteweyî ye. -
Ji ber ziwatiyê rez hişk bû, tirî xera bû
Gundiyên Bagyolû yê Hezroyê weke her sal îsal jî meha Cotmehê berê xwe dan rezên xwe, lê belê li zerara ziwatiyê rast hatin. Ji ber ku tirî xera bûne, berhemeke têrker bi dest nexistin. -
Yoga: Ji felsefeya bi hezaran salî ber bi endustriya bi milyaran ve
Yogaya ku demekê hêminiya giyanî û sembola hevsengiya hundirîn bû, roja îroyîn li seranserê cîhanê veguheriye endustriyeke gelekî mezin. -
AVKARDEP: Em ê xwedî li xwezayê, ekolojî û mafê jiyanê derkevin!
AVKARDEP'ê diyar kir ku projeya GES'ê ya li Depê bê çêkirin wê zerarê bide xweza, çandinî û gelê herêmê û got, "Em ê xwedî li mafê jiyana gelê xwe, xweza û ekolojiyê derkevin." -
47 hezar cure di bin metirsiya tunebûnê de ne
Yekîtiya Navneteweyî ya Parastina Xwezayê (UICN), roja Pêncşemê li Abu Dabî’yê di Kongreya Cîhanî ya Xwezayê de, "Lîsteya Sor" a nûkirî ragihand. -
Îlona 2025’an bû 3’yemîn Îlona herî germ
Li gorî daneyên ku ji aliyê çavdêriya avhewayê ya Yekîtiya Ewropayê Copernicus ve hatî weşandin, Îlona 2025’an bû 3’yemîn Îlona herî germ a ku li seranserê cîhanê hatiye tomarkirin. -
Li Çiyayê Dorşîn qirkirina daran didome
Li Çiyayê Dorşînê ji aliyê cerdevan û hin gundiyan ve birîna daran didome. -
Li Dersimê bertek nîşanî talana xwezayê hat dayîn: Hilweşîna ekolojîk binpêkirina mafên mirovan e
ÎHD ku bal kişand ser texrîbata ekolojîk a li Dersimê, ji bo piştgiriya têkoşîna ekolojîk bang li her kesî kir. -
Li Amedê li dijî talana xwezayê ya li Pasûrê meşekî girseyî hat lidarxistin
Rêxistinên ekolojî, civaka sivîl, partiyên siyasî û welatî li dijî talankirina xwezayê ya li navçeya Pasûrê ya Amedê didome, meşekî girseyî li dar xistin. -
Li Cûdîyê şewat derket
Li Çiyayê Cûdî yê girêdayî Şirnexê li qada daristanî şewat derket. -
Armancên li ser avhewayê bûn qurbanê destpêkê yê mîlîtarîzmê
Pisporê avhewayê Ali Sheikh beriya COP30 hişyarî da ku rageşiya siyasî û mîlîtarîzma navneteweyî ya zêde bûne, wê karibe fînansmana avhewayê têk bibin. Li gorî Sheikh zêdebûna lêçûnên li qada parastinê dikare hevkariya avhewayê ya 30 salan berevajî bike. -
NY: Li Efrîqayê birçîtî zêde dibe
Li gorî rapora Rewşa Tîmarbûn û Ewlehiya Xurekê ya 2025’an (SOFI), li seranserî cîhanê ji sala 2022’yan ve pirsgirêka birçîtiyê kêm dibe, li Efrîqa û Rojavayê Asyayê jî birçîtî zêde dibe. Li Latîn Emerîka û Karayipan jî 4 salên dawî birçîtî kêm bûye. -
Mirinên ji penceşêrê heta sala 2050’î dibe ku bi lez zêde bibin
Li cîhanê, di çaryeka dawî ya sedsalê de, bûyerên penceşêrê ji du qatan zêdetir zêde bûne, herwiha mirin jî %74 bilind bûne. -
Ji rêxistinên ekolojîk “Rapora Aştiyê ya bi Xwezayê re”
Rêxistinên ekolojîk, di pêvajoya pevçûnê ya 50 salî de qeyda zirara xwezayê ya ku hatî kirin di bin navê “Rapora Aştiyê ya bi Xwezayê re” de amade kirin. -
Cotkarên pembo: Bi vî rengî dewam bike em ê dest ji cotkariyê berdin
Cotkarên pembo yên li navçeya Xana Axpar a Amedê ragihandin ku ji ber zêdebûna lêçûnan ew êdî nema dikarin hilberînê bikin û gotin, dewlet xwedî li cotkaran dernakeve. -
Di salekê de heşt qeşayên li Swêdê qê ji nexşeyê bên derxistin
Navenda Lêkolînê ya Tarfala ya li bakurê Swêdê ragihand ku ji 277 qeşayên li welêt heşt jê heta sala 2024’an bi tevahî heliyan û wê ji nexşeyê bên derxistin. -
Li dijî talanê kampanya çandina şitlê daran
Li Şirnexê li hemberî birîna daran meha Mİjdarê kampanya çandina şitlê daran tê destpêkirin. Gel, ji bo xisar hîn mezin nebe, dixwaze dengê xwe bilind bike. -
Di sala 2024'an de 146 parêzvanên xak û hawirdorê hatin kuştin an jî windakirin
Li gorî rapora nû ya ji aliyê Global Witnessê ve hate weşandin, tundiya li hemberî parêzvanên xak û hawirdorê di asta navneteweyî de zêde bûye. Hate ragihandin ku sala 2024'an herî kêm 146 kes hatin kuştin an jî bi zorê hatin windakirin. -
Li Mûglayê şewat didome
Şewata ku li qada daristanî ya li Taxa Kiyikişlacik a Mîlasê derket, didome. -
Li Ewropayê şewatên daristanan di belavkirina karbonê de rekor şikandin
Li Ewropayê şewatên daristanan ên havîna îsal derketine, karbona ku berdane atmosferê gihîştiye asta herî bilind a nava 23 salên dawî ku hatine pîvandin. -
Sala 2024'an nêzî 150 aktîvîstên hawirdorparêz hatin kuştin
Li seranserê cîhanê di sala 2024'an de 150 parêzvanên hawirdorê hatin kuştin, yan jî bi demdirêjî winda bûn. -
NY: Qata ozonê her ku diçe digihîje hev, dibe ku heta sala 2066’an bi temamî bigihîje hev
Li gorî bultena Rêxistina Meteorolojiyê ya Cîhanê (WMO) ya girêdayî Neteweyên Yekbûyî, di sala 2024’an de qulika ozonê ya li ser Antarktîkayê li gorî salên dawî bi mezinahiyeke biçûktir hat pîvandin. -
Banga ji Bestayê: Destpêkê bila bi darên me re li hev bikin!
Şêniyên ku li hemberî talankirina xwezayê li Bestayê ketin nobedê, bal kişandin ser qirkirina ku di pêvajoya aştiyê de tê kirin û gotin, “Heta ku bi darên Kurdan re li hev nekin nikarin bi mirovên Kurd re li hev bikin.”