Cînayeta kar: 2 karkerên din jî jiyana xwe ji dest dan
Li Rihayê ji 5 karkerên ku ji bin kavila înşaetê hatin derxistin, 2 karker jiyana xwe ji dest dan.
Li Rihayê ji 5 karkerên ku ji bin kavila înşaetê hatin derxistin, 2 karker jiyana xwe ji dest dan.
Li Rihayê kargeheke yekqat, di dema rijandina betonê de hilweşiya. Cînayeta kar li Taxa Kisas di saetên nîvro de pêk hat. 5 karkerên ku di înşaetê de dixebitin, di bin kavila beton û hesinan de man.
Karkerên birîndar ên ji bin kavilan hatin derxistin, piştî mudaxileya tîmên tenduristiyê rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mehmet Akîf Înan.
Ji 5 karkerên birîndar, Sedat Kurt û Yakup Guneş li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dan.