Bendavên bajarê Meşhed ê Îranê li ber ziwabûnê ne

Ava çar bendavên ku pêdiviya ava bajarê Meşhedê yê Îranê pêk tînin daketine asta krîtîk. Di salên dawî de li seranserê welat ziwabûneke dijwar tê jiyîn.

Li gorî çavkaniyên xwecihî, rezervên di bendavên ku pêdiviyên avê yên bajarê Meşhedê pêk tînin de daketine ji sedî 3’yan.

Rayedar dibêjin ku Îran îsal bi ziwabûneke ku bi dehan salan e nehatiye dîtin re rû bi rû ye û hat ragihandin ku li paytext Tehranê di asta herî kêm de. baran bariyaye. Di payîzê de ji 31 ​​parêzgehên li 15parêzgehan qet baran nebariye.

Ji Rêveberiya Av û Kanalîzasyonê ya Meşhedê Huseyîn Îsmaîliyan got ku bajarê ku nifûsa nêzîkî 4 milyon e, rojane 700,000 metrekup av tê xerckirin, lê nêzîkî 40 milyon metrekup di bendavan de mane.