CIVAK-EKOLOJÎ
Hemû Nûçe
-
Li Bestayê zêmara li ser darên hatine birîn
Ayşe Akar darên li bejahiya Şirnexê hatibûn birîn gelekî bandor lê kir got, “Vê yekê em hemû êşand. Min xwest bibim dengek ji qîrîna bêdeng a her kesî re.” -
Hewildanekî yekemîn ji Etiyopyayê: Derhanîna wesayîtên benzînî û mazotê hate qedexekirin
Etiyopya bû welatê yekem ku di cîhanê de derhanîna siwareyên bi motorên termîkî bi tevahî qedexe kir û dest bi veguheztineke bilez ber bi wesayîtên elektrîkî kir. -
Li Şirnexê li dijî qirkirina ekoloiyê çalakiya nobetê hat destpêkirin
Bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk, li dijî qirkirina ekolojiyê ya li Şirnex û navçeyên wê çalakiya nobedê hat destpêkirin. -
‘Rêya Aştiyê bi lihevkirina xwezayê re dibe’
Li Şirnexê li dijî talankirina xwezayê bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk meş hate lidarxistin û daxuyanî hate dayîn. -
Qirkirina ekolojîk: Dixwazin herêmê ji mirovan xalî bikin!
Adnan Şenbayram bang kir ku li hemberî birîna daran û xebatên lêgerîna madenan yên li Şirnexê divê hemû kes bi dengekî bilind li qadê be û got: ‘’Divê tu kes li hemberî vê polîtîkayê bêdeng nemîne.’’ -
Li Gabarê talan bê navber dewam dike
Li Çiyayê Gabarê birîna daran li herêmên nû dewam dike. Darên têne birîn jî dibin bajarên cuda. -
Şewata li Şemzînanê dewam dike
Li gundê Deryayê yê navçeya Şemzînanê li qada daristanê şewat derket û şewat hêj berdewam e. -
Gola Ûrmiye bi tevahî zûha bû
Wêneyên peykê yên dawî yên NASA’yê nişan didin ku Gola Ûrmiyê ku berê duyemîn gola xwê ya herî mezin a cîhanê bû bi tevahî ziha bûye. Pispor hişyar dikin ku zûhabûna golê dê bandoreke neyînî li ser tûrîzmê û herwisa çandiniyê bike. -
Ahmet Başak: Em li Bestayê li ber vê talanê rabin
Endamê Platforma Ekolojiyê ya Şirnexê Ahmet Başak ji bo çalakiya nobedê ya 9 û 10’ê Îlonê banga tevlîbûnê kir ku wê li dijî talankirian ekolojîk a li Botanê bê lidarxistin û got, “Wezîfeya me hemûyan e ku xwedî li van daran derkevin.” -
Bernameya meşa Bestayê hat ragihandin
Bernameya meşa Bestayê ku wê bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk li dijî talankirina xwezayê bê lidarxistin, zelal bû. -
Jîngehparêz Rêbîn Goran jiyana xwe ji dest da
Jîngehparêzê ku li Merîwanê ji ber dûmana ji şewata daristanê bi jehrî ket, piştî 11 rojan li nexweşxaneyê ma, jiyana xwe ji dest da. -
NY: Şewatên daristanan bi hezaran kîlometreyan dûr jî hewayê qirêj dike
Rêxistina Meteorolojiyê ya Cîhanê (WMO) ku ser Neteweyên Yekbûyî ye ragihand ku şewatên daristanan bi berdana “têkelek jehrî” li hewayê qalîteya hewayê heta bi hezaran kîlometreyan dûr jî xira dike. -
Şewb bandoreke giran li sewalkariyê dike
Şewba ku sewalkarî têk biriye, pirsgirêka tenduristiya sewalan a li Tirkiyeyê careke din raxist pêş çavan. Veterîner dibêjin, ji ber kêmbûna personelan û derziyê, şewb hîn nehatiye kontrolkirin. -
Li Westanê agir bi daristanê ket
Li bejahiya navçeya Westan a Wanê agir bi qada daristanê ket. -
2 jîngehparêz birîndar bûn
Di şewata ku beriya 2 roja li Pênciwênê derketî de, 2 jîngehparêz birîndar bûn. -
Li Kerboranê agir bi daristanê ket
Li navçeya Kerboran a Mêrdînê agir bi daristanê ket. -
Bendav bi xwe re feqîrî û xizanî anî
Cotkar Mehmet Siddik Evîn diyar kir ku tevî Bendava Ilisuyê hemû bendavên ku li seranserê bajêr hatine çêkirin baxçeyên fistiqan bêxêrûber kirine û got: “van bendavan bi xwe re feqîrî û xizanî anîn.” -
Li du herêmên Silêmaniyê şewata daristanan: 250 donim erd zirar dît
Rêveberiya Polîsan a Daristan û Jîngehê ya Silêmaniyê ragihand ku li Sîtek û Qeredaxê agir bi erazî ketiye. -
Hişkesalî li Ewropa û Deryaya Spî rekor şikand
Li gorî daneyên Çavdêriya Hişkesaliyê ya Ewropayê (EDO), di rojên ewil ên Tebaxê de hişkesalî bandor ji sed 51,3 yê Ewropa û Deryaya Spî kir. -
Ewropa ji tûrîzma zêde aciz e
Li Ewropayê di serî de li Îtalya, Spanya û Yewnanistanê, li gelek welatan gelê xwecihî ji tûrîzma zêde aciz e. Rêxistinên civakî yên sivîl jî dibêjin, tûrîzm li ser nasnameya bajaran gef e û divê bi lez tevbîr bêne wergirtin. -
Li Garîp Dede têkoşîna li dijî asîmîlasyonê
Dergaha Garîp Dede weke dergaheke welê balê dikişîne ku bûrsê dide bi sedan xwendekarî, fûara pirtûkan û panelan lidar dixe; bêpere xwarinê li mirovên xizan belav dike. -
Li Kurdistanê qirkirina ekolojîk heye
Ekolojîst Egîd Ozdemîr diyar kir ku dewleta Tirk li gel êrîşên xwe yên li ser xwezaya Kurdistanê ji tehrîbateke hawirdorê wêdetir bêjîngehkirin û mehrûmkirina ji pêşerojê ya gelê Kurd armanc dike. -
Li Îzmîrê agir bi daristanê ket
Li navçeya Menderes a Îzmîrê li herêmek daristanî şewat destpê kir. -
Tecrûbeya komunê ya 13 salan: Gundê Carûdiyê
Şêniyên gundê Carûdiyê yê Dêrikê bi rêya jiyana xwe ya komunal weke modeleke girîng a rêxistiniya civakî ya ku xwe dispêre perspektîfa modernîteya demokratîk a Rêber Apo balê bikişînin ser xwe. -
Komeleya Hawirdorê ya Munzûrê: Em ê rê nedin projeyên bendav û madenê!
Komeleya Hawirdorê ya Munzûrê bertek nîşanî bendav û projeyên madenê yên ku tê payîn li Dersimê bên çêkirin da û diyar kir ku bendava li Alîbogaziyê û projeyên madenê yên li Sekasur, Geyiksuyu û Cevizlidereyê wê hafize, çand û xwezaya Dersimê tine bikin.