Mirinên ji penceşêrê heta sala 2050’î dibe ku bi lez zêde bibin
Li cîhanê, di çaryeka dawî ya sedsalê de, bûyerên penceşêrê ji du qatan zêdetir zêde bûne, herwiha mirin jî %74 bilind bûne.
Li cîhanê, di çaryeka dawî ya sedsalê de, bûyerên penceşêrê ji du qatan zêdetir zêde bûne, herwiha mirin jî %74 bilind bûne.
Li gorî lêkolînek berfireh ku di kovara Lancetê de hate weşandin û 204 welat û 47 cureyên penceşêrê digire nav xwe, di sala 2023’an de 18,5 mîlyon bûyerên nû û 10,4 mîlyon mirin hatine tomar kirin.
Zanyar pêşbînî dikin ku heke rewşa heyî wiha berdewam bike, heta sala 2050’î dibe ku hejmara bûyerên nû yên salane bigihîje 30,5 mîlyonan û mirin jî bigihîjin 18,5 mîlyonan. Lê belê, ev texmîn di navbera 15,6 û 21,5 mîlyon mirinan de guherînên nediyar dihewîne. Di sala 2023’an de, cureyê penceşêrê yê herî zêde hatî teşhîskirin penceşêra pêsîrê bû, lê yên herî zêde bûne sedema mirinê penceşêrên trakea, bronş û pişikê bûn.
Li gorî lêkolînê, %41,7ê mirinên penceşêrê ji faktorên rîskê yên ku dikarin bên astengkirin, bi taybetî cixarekêşî, xwarina nebaş û vexwarina alkolê, pêk tên. Pispor dibêjin ku tenê pêşîgirtin ne bes e, herwisa pêşxistina teşhîsa zû û dermankirinên bi bandor jî pêwîst e. Wekî din, ew bang dikin ku newekhevî bên kêmkirin û bêtir çavkanî ji bo pergalên tenduristiyê bêne veqetandin.