Li Ewropayê şewatên daristanan di belavkirina karbonê de rekor şikandin

Li Ewropayê şewatên daristanan ên havîna îsal derketine, karbona ku berdane atmosferê gihîştiye asta herî bilind a nava 23 salên dawî ku hatine pîvandin.

Li gorî Servîsa Çavdêriya Atmosferê ya Copernicusê (CAMS), li Yekîtiya Ewropayê û Brîtanyaya Mezin ji serê salê heta niha 12,9 megaton karbon hatiye berdan. Rekora berê di salên 2003 û 2017an de bi 11,4 megaton bû.

Sedema sereke ya vê rekorê, şewatên mezin in ku di nîvê meha Tebaxê de li Spanya û Portekîzê derketin. Li Spanyayê çar kesan jiyana xwe ji dest dan, û zêdetirî 350 hezar hektar qad şewitî. Van her du welatan nêzîkî du sê parên berdana karbonê ya li Ewropayê pêk anîn.

Şewatên daristanan herwisa li Tirkiye, Qibris û herêma Balkanê jî bandor li qadên berfireh kirin. Pispor destnîşan dikin ku guherîna avhewayê ya ji ber çalakiyên mirovan, frekans û tundiya van şewatan zêde kiriye. Copernicusê herwiha li Yewnanistan, Tirkiye, Sirbistan û Arnavûtyayê jî berdana karbonê ya nêzîkî astên dîrokî tomar kiriye.

Şewatên “mega” yên ku havîna îsal li Kanadayê dirêj dom kirin jî, di asta cîhanî de duyemîn berdana karbonê ya salane ya herî bilind pêk anî . Havîna sala 2025an herwisa bi veguheztina toza Sahrayê ya zêde û pêlên germahiyê li seranserê Ewropayê derbas bû. Ev yek bû sedem ku asta ozonê ji sînorên zagonî derbas bibe û kalîteya hewayê xirab bike.