CIVAK-EKOLOJÎ
Hemû Nûçe
-
Lêkolîn: Melatonîn di demeke dirêj de dikare bandorê li tenduristiya dil bike
Xebata ku li ser zêdetirî 130 hezar kesî hat kirin, nîşan da ku di nexweşên bêxewiya kronîk ên melatonînê bi kar tînin de rîska têkçûna dil dikare zêde bibe -
Gel wê dest bi çalakiya nobedê bike: Meha Gulanê wê li berxwedanê rast bên!
Şêniyên Gimgim û Kanîreşê ku li dijî projeya JES'ê daketin qadan, peyam dan şîrketa ku plan dike meha Gulanê dest bi sondajê bike. Şêniyan gotin, "Wê li berxwedana gel rast bên." -
Pêşengê keriyê pez û hevrêyê şivên: Miryah
Ji bijartina berxikê zîrek heta dengê zengilên li stûyê wî, Miryah di navbera şivan û xwezayê de pireke ruhî ava dike. Ev nivîs li ser şêrê çiyê yê bi hiriya dirêj û xemla morikên şîn e ku bûye sembola dewlemendiya Şengalê. -
Li Qendîlê seyrana biharê
Li Qendîlê mirovên ku bi biharê re derketin xwezayê, li ser atmosfera aştiyê û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bendewariyên xwe anîn ziman. -
Li Kanîreşê mîtîng: Em ê destûr nedin talanê
Li Kanîreşê li dijî talana ekolojiyê, meş û mîtîng hate lidarxistin. -
Meta wê bi zekaya çêkirî xebatkarên xwe her kêlî bişopîne!
Meta amadekariya pergaleke nû ku kompûtera xebatkarên xwe bişopîne, dike. Plana şîrketa ku di bin rêveberiya Mark Zuckerberg de ye rê li ber bertekên xebatkarên şîrketê vekir. -
Li Gimgimê bi hezaran kes li dijî talankirina ekolojiyê meşiyan
Li navçeya Gimgim a Mûşê bi hezaran kes di mîtîngekê de li hev kom bûn û li ber talankirina xwezayê rabûn. Nûnerên partiyên siyasî û aktîvîstên ekolojiyê ji bo mezinkirina berxwedana li dijî projeya JES'ê bang kirin. -
Mihrîcana Şanoyê ya Navneteweyî ya Amedê bi temaya 'Diyalog ji bo aştiyê'
11'emîn Mihrîcana Şanoyê ya Navneteweyî ya Amedê ku îsal bi temaya “Diyalog ji bo aştiyê” bi beşdariya komên şanoyê yên ji 17 welatan hatine tê lidarxistin, bi peyamên aştî û diyalogên li dijî şer dest pê kir. -
Li Gimgimê nerazîbûna li hemberî projeya JES'ê
Keya Çayan Dûrsûn li ber projeya JES'ê ya li Gimgimê rabû û anî ziman ku proje li ser xeta fay a çalak e, dikare rîska erdhejê zêde bike û zerarê bide sewalkariyê. -
Gelo çiyayên Kox û Şerefdînê pêşkêşî rantê têne kirin?
Li gel projeyên jeotermal ên li Gimgim û Kanîreşê, karên lêgerîna li madenê yên li xeta Tatos û Xinûsê û amadekirina nexşeyên madenê yên veşartî yên li qadên çiyayî dibin sedema fikaran. -
Kurdistan di bin zexta JES, GES û şîrketên madenê de ye
Çavkaniyên xwezayî yên li Kurdistanê bi destê dewletê bi îhaleyan ji şîrketên mêtinger re têne firotin. Li Çewlîg, Mûş, Mêrdîn, Şirnex, Dersim, Wan û Agiriyê bi hezaran hektar di bin gefa JES, GES û şîrketên madenê de ne. -
Zanyar hişyarî dan: Li Ewropayê dibe ku zivistan dijwartir derbas bibin
Hat ragihandin ku Gerandina Avê ya Meridional a Atlantîkê dibe ku heta dawiya sedsalê bi awayekî cîdî lawaz bibe. Hat diyarkirin ku ev rewş wê li Ewropayê rê li ber zivistanên sartir veke. -
Projeyên maden û jeotermalê yên li Gimgim û Kanîreşê herêmê talan dike
Endezyarê Bilind ê Metalurjiyê Cemalettîn Kuçuk bal kişand ser rîska projeyên maden û jeotermalê yên li Gimgim û Kanîreşê. -
Li Kobanê bihara geş
Barana ku îsal bi têra xwe li Rojavayê Kurdistanê bariya, bihara Kobanê û gundewarên wê ji her demê bêhtir geş kiriye. -
Rastiya RES-GES a li herêmê: 'Şerekî topyekûn ê li dijî xwezayê
Parlamenter Bêrîtan Guneş anî ziman ku ew projeyên maden û enerjiyê yên li Mêrdîn, Dersim û tevahiya herêmê têne ferzkirin weke şerekî topyekûn ê li dijî xwezayê dibînin û got, ev yek polîtîkayên qirkirinê ye ku xizmetê ji qirkirina civakê re dikin. -
Ekolojiya Mêrdîn û Dersîmê di bin gefa projeyên RES û GES’ê de ne
Li Mêrdîn û Dersîmê mêrgehên çandiniyê û ekolojîk di bin gefa rojeyên RES û GES’ê de ne. Daneyên zanistî nîşan didin ku ev tesîdên di bin navê "enerjiya paqij" de xebatê dimeşînin rê li ber wêraniya ekolojiyê vedikin. -
Îngiltere ji ber şerê li Rojhilata Navîn amadekariya xelayê dike
Hikûmeta Îngiltereyê hişyar kir ku heke Tengava Hurmuzê heta mehên havînê ji ber şerê li Rojhilata Navîn girtî bimîne, wê dabînkirina karbondîoksîtê (CO₂) gelekî kêm bibe. -
Li quntarên Qerejdaxê mesaiya jinan a berhevkirina kerengan dest pê kir
Jinên ji Qerejdaxê dest bi berhevkirina kereng û pincaran kirin û li hemberî xizanî û bihabûnê hewl didin sifreya xwe vala nehêlin. -
Ji objektîfa ciwanê vegeriyayî; li Efrînê bihar
Ciwanê bi navê A.B ku piştî salan bi karwanê duyemîn di 4’ê Nîsanê de vegeriya warê xwe, bihara Efrînê bi hemû rengên wê kişand û got, “Bajarê zeytûnan Efrîn li benda xwediyên xwe yên koçber e.” -
KCDK-E'yê Çarşema Serê Nîsanê pîroz kir
KCDK-E'yê bi wesîleya Cejna Çarşema Serê Nîsanê ya civaka Êzidî daxuyaniyek da û diyar kir ku avakirina paşerojeke bi hêvî, aştiyane û ewle ya gelê Êzidî li ser xaka xwe ya qedîm, hêviya wan a herî mezin e. -
Li Hevselê karê çapeyê: Em rojê 9 saetan dixebitin, lê berdêla karê xwe nagirin
Li Bexçeyên Hevselê çandiniyê bi çapeyê destpê kir. Kedkarên çandiniyê yên jin li gel 9 saetên kar jî nikarin berdêla keda xwe werbigirin. Jinan gotin, "Heqdestê me yê rojane têra ard û şekir nake" û nerazîbûn nîşanî bihabûnê dan. -
FEDA û YJED’ê li dijî projeyên SEJ ên li Gimgimê bertek nîşan dan
Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA) û Yekîtiya Jinên Elewî yên Demokratîk (YJED), li dijî projeyên JES ên ku li navçeya Gimgim a Mûşê tên plankirin, banga têkoşînê kirin. -
Hewaya herî qirêj a Ewropayê li Tirkiyeyê ye
Li Rapora Kalîteya Hewayê ya Cîhanî ya 2025’an, ji 10 bajarên Ewropayê yên herî qirêj 5 jê li Tirkiyeyê ne. Daneyên IQAirê nîşan da ku Tirkiye yek ji wan welatan e ku hewayê pir qirêj e. -
Li Gimgimê projeya JES’ê hate protestokirin: Em ê xaka xwe biparêzin
Projeya Santrala Enerjiya Jeotermal (JES) a ku tê plankirin li ser sînorê Gundê Xwarok ê girêdayî navçeya Gimgimê were çêkirin, bi çalakiyekê hate protestokirin. -
Ji çar parên heywanên koçber parek bi xeteriyê re rû bi rû ne
Li gorî raporeke nû ya ji aliyê neteweyên Yekbûyî ve hate weşandin, heywanên koçber ên li cîhanê bi krîzeke cidî re rû bi rû ne.