Deşta Êzidiyan a li Mîdyadê bi gefa projeya GES'ê re rû bi rû ye
Li gundê Bacînê yê Mîdyadê, di doza li hemberî projeya Santrala Enerjiyê ya Rojê (GES) de Dadgeha Şêwirmendiyê biryara dadgeha herêmî pejirand.
Li gundê Bacînê yê Mîdyadê, di doza li hemberî projeya Santrala Enerjiyê ya Rojê (GES) de Dadgeha Şêwirmendiyê biryara dadgeha herêmî pejirand.
Ji bo projeyeke ku Şîrketa Depokirin û Hilberîna Enerjiya Solarê ya Exenê beriya niha Wezareta Guhertina Avhewa, Bajarvanî û Hawirdorê biryara "Pêwîstî bi rapora Nirxandina Bandora Hawirdorî (ÇED)" nîne. Gundiyan diyar kirin ku proje wê çêrgehên gund tine bike, lewma îtiraz kiribûn û doz dabûn destpêkirin.
Dadgeha Îdareyê ya 2'yemîn a Mêrdînê bi hinceta ku tedbîrên ji bo kêmkirina bandora li hawirdorê têrker e, di dawiya sala 2025'an de doz red kiribû. Biryar ket rojeva Dadgeha Şêwirmendiyê.
Gundî û parêzeran di serlêdanên xwe de gotin, statuya çêrgehê li ber çavan nehatiye girtin, lêkolîna qada alternatîf nehatiye kirin, bandora ekolojîk bi têrkerî nehatiye lêkolîn û zerar wê li sewalkariya herêmê bibe.
Daîreya 4'emîn a Dadgeha Şêwirmendiyê 12'ê Adarê bi biryara xwe serlêdana temyîzê red kir û biryara dadgeha herêmî li gorî hiqûqê guncaw dît.
Şêniyên Bacînê ku gund di salên 1990'î de hate valakirin û salên dawî veger lê bû, piştî biryarê diyar kirin ku wê 9'ê Gulanê roja Şemiyê li gund daxuyaniyekê bidin çapemeniyê. Gundî dibêjin proje li ser çêrgehan û avaniya çandî û xwezayî ya herêmê metirsî ye.