Li Zozanên Aybastiyê di bin kontrola leşkeran de karê 'sondaj'ê destpê kir
Sondaja madenê ya li Zozana Perşembe ya Ordûyê beriya niha hatibû rawestandin, di bin kontrola leşkerî de jinûve hate destpêkirin.
Sondaja madenê ya li Zozana Perşembe ya Ordûyê beriya niha hatibû rawestandin, di bin kontrola leşkerî de jinûve hate destpêkirin.
Li navçeya Aybasti ya Ordûyê li Zozanên Perşembe û Korganê karê sondajê jinûve destpê kir. Karê ku şîrketa Enerjiyê ya Taşzemîn Înşaat Madencîlîk dike, li gel leşkeran hate destpêkirin û li herêmê bû sedema rageşiyê.
Leşkerên ku ji bo herêmê hatin veguhestin qad dorpêç kirin û nehiştin ku welatî û çapemenî derbasî herêmê bibin. Ji ber astengiya jendermeyan li ser rêya zozanan gelek wesayit asê man.
Xelkê herêmê diyar dike ku zozan û qadên jiyana xwezayî yên li herêmê di bingefê de ne û planeke nû ya çalakiyan amade kir. Tê payin ku rêxistinên hawirdorê jî rojên bê daxuyaniyek^bidin çapemeniyê û pêvajoyê ji raya giştî re ragihînin.