Li Mûglayê şewat didome

Şewata ku li qada daristanî ya li Taxa Kiyikişlacik a Mîlasê derket, didome.

Duh êvarî li 8 deverên cuda yên Mûglayê agir bi qadên daristanî ket. Ji van, şewata li 6 deveran hat kontrolkirin lê ya li qadên daristanî yên li navçeya Koycegîz û navçeya Mîlasê didomin. Heya niha ji ber şewatê 228 xanî hatine valakirin û 582 welatî jî ber bi deverên ewle ve hatine veguhastin.

Ji hewayê û bejahhiyê ve mudaxileya li şewata li qada dasritanî ya li Taxa Kiyikişlacik a Mîlasê didome. Lê tevî mudaxileyan jî şewat nehatiye kontrolkirin.  

Mudaxileya ji hewa û bejahiyê ya li şewata ku bi bandora bayê berbelav dibe, didome.