Li Pasûrê hejmara miriyan bûn 4 kes

Di qezaya li Pasûrê de ji ber hilweşîna îskeleya pirekê, hejmara karkerên ku jiyana xwe ji dest dan bûn 4 kes.

Li navçeya Pasûr a Amedê, di qezaya ji ber hilweşîna îskeleya pireya ku ji aliyê Midûriyeta Giştî ya Rêyên Bejahî (KGM) û Karên Avê yên Dewletê (DSÎ) ve çêkirina wê didomiya, hejmara karkerên ku jiyana xwe ji dest dan bûn 4 kes.

Di qezaya ku Şehmus Anustekîn, Tahsîn Dere û Salih Lale jiyana xwe ji dest dabûn de, Mehmet Şîrîn Yalçîner jî ku rewşa wî giran bû, li nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin, mir.

Cenazeyên 4 karkeran rakirin Saziya Tipa Edlî. Dermankirina 2 birîndaran jî didome.

Hevşaredarê Pasûrê Murat Îpek got, "Divê jiyana mirovan ev qasî erzan nebe. Divê çavdêrî hebe. Em ê bibin şopînerê bûyerê. Jiyana mirovan ji her tiştî girîngtir e. Em careke din sersaxiyê ji malbatên wan re dixwazin."