‘Daristanên Merîwanê di xeteriyê de ne’

Meclîsa Keskan a Çiyayê Merîwanê ragihand ku şewata li daristanên Merîwan derketî 6 rojan dom kir û tevî hemû astengiyên rayedarên Îranî jî şewat ji aliyê endamên Meclîsê û welatiyan ve hate kontrolkirin.

Meclîsa Keskan a Çiyayê Merîwanê bi daxuyaniyekê ragihand ku 6 rojin daristanên li sînorê gundê Hencîran a ser bi bajarê Merîwan a Rojhilatê Kurdistanê şewat derketiye û di encamê de ziyanek mezin gihiştiye jîngeha herêmê.

Di heman daxuyaniyê de hate diyarkirin ku du rojên destpêkê rayedarên Îranê nehiştin welatî agir vemirînin, lê welatî û endamên Meclîsê karîn agir kontrol bikin, lê her carê li navçeyekê daristanek dişewite.

Herî dawî di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku berdewamiya şewatan ne tenê deverên daristanî û jîngeha herêmê wêran dikin, di heman demê de ewlehiya jîngehê û debara welatiyan jî dixe metirsiyê.