Li Gaboneyê cihên ku di kolandinên arkeolojîk de hatine dîtin, nîşaneya çi ne?
Lêkolînên arkeolojîk ên li herêma Lastourville ya rojhilatê Gabonê nîşan didin ku di dîroka berê de mirov ne jiyaneke hoveber, berevajî jiyaneke pêşketî jiyan e.
Lêkolînên arkeolojîk ên li herêma Lastourville ya rojhilatê Gabonê nîşan didin ku di dîroka berê de mirov ne jiyaneke hoveber, berevajî jiyaneke pêşketî jiyan e.
Koma jeoarkeolog Richard Oslisly li Şikefta Youmbidi ya li Gabonê şopên jiyanek bênavber a 12 hezaran salan keşf kir.
Di kolandinan de amûrên ji kevir hatine çêkirin, serê tîran ku 10 hezar sal berê hatine çêkirin, perçeyên kûzikan ên 6 û 500 salî, diranên mirovan û morîkên qalikê deryayan a 3,300-4,900 salî hatin derxistin.
Li gorî nûçeya AFP’ê, lêkolîner diyar dikin ku dîtin, nîşan didin ku mirovên di dîroka berê de nûjeniyên teknîkî pêşxistine û xwedî jiyana civakî, huner û çand bûne.
Lêkolîner, destnîşan dikin ku têgihîştina têkiliya mirov û xwezayê di demên berê de, dikare çareseriyan ji bo pirsgirêkên jîngehê yên îro peyda bike.