Li Swîsreyê her ji 20 kesan yek jê girêdayî kirînê ye
Li gorî nûçeya RTS’ê, li Swîsreyê nêzî 450,000 kes bi girêdayîbûna kirînê ya patolojîk re dijîn.
Li gorî nûçeya RTS’ê, li Swîsreyê nêzî 450,000 kes bi girêdayîbûna kirînê ya patolojîk re dijîn.
Di lêkolînan de tê diyarkirin ku %5’ê nifûsê ji vê tevliheviya patolojîk ku wekî “nexweşiya kirînê” jî tê zanîn, bandor girtine. Li gor pisporan, ev girêdan dikare bibe sedema deynan, nakokiyên di nav malbatê de û pirsgirêkên psîkolojîk ên cidî.
Pisporê Klînîkên Psîkiyatrî yên Zanîngeha Basilea Renanto Poespodihardjo diyar kir ku girêdayîbûna kirînê bi fermî wekî nexweşî nayê qebûlkirin û ji ber ku di civakê de bi gelemperî wekî çalakiyek “erênî” tê dîtin. Lê girêdayîna kirînê bi gelemperî ji bo tepisandina hestên neyînî tê nîşandan û ev jî li ser derûniya mirovan rewşek ne baş derdixe holê.
Pispor balê dikişînin ser wê yekê û dibêjin ku derfetên alîkariyê yên ji bo têkoşîna bi vê girêdayîbûnê re hene û dikare jiyana xwe biguherîne.