Li Qeredaxê 10 donum arazî şewitî

Ji ber şewata li gundên Baxan û Caferanî yên ser bi bajarokê Qeredaxê, zêdeyî 10 donum arazî şewitiye.

ŞEWATA DARISTANAN

Rêveberiya Polîsan a Daristan û Jîngehê ya Silêmaniyê bi daxuyaniyekê ragihand ku li sînorê gundên Baxan û Caferanî yên ser bi bajarokê Qeredax ya ser bi Silêmaniyê, zêdeyî 10 donum arazî ku di nav de rez û daristan jî hebûn, şewitiye.

Hate gotin ku agir ji aliyên tîmê Parastina Jîngehê ya Qeredax û bi hevkariya welatiyan û niştecihên gund hatiye kontrolkirin.

Rêveberiya Polîsan a Daristan û Jîngehê ya Silêmaniyê da zanîn ku derbarê sedema şewatê de, lêkolîn hatiye destpêkirin.