Li Bursa û Karabukê şewat didomin

Li Bursayê şewatên daristanan gihişt qadên niştecihiyê jî, hezar û 765 kes ji herêmê hatin tehliyekirin. Şewata li Karabukê jî di roja 5’an de didome.

ŞEWATÊN DARISTANAN

Li qada daristanî ya di navbera navçeyên Gursu û Kestel ên Bursayê de, mudaxileya li şewatê ji bejahî û hewayî dewam dike. Di navbera Taxa Aglaşan a Kestel û Avahiyên TOKÎ ya li Taxa Îpekyolu ya Gursuyê de, duh danê şev şewat destpê kir. Ji ber bayê di demek kurt de şewat mezin bû. Hem ji bejahî hem jî hewayî mudaxileyî şewatê tê kirin.

Ji ber şewatê Taxên Karahidir, Igdir û Avdancik hatin valekirin.

Li navçeya Safranbolu ya Karabukê, li qada daristanî mudaxileya li şewatê di roja 5’an de ye. Li Karabukê ku zêdeyî 18 gund û zêdeyî 50 tax hatin valekirin, şewat gihişt rêya bejahî ya Karabuk-Enqereyê.

Ji bo vemirandina şewata li qada daristanî ya li mewkiya Goristanê ya gundê Çavuşlar ê navçeya Safranboluyê jî xebat dewam dikin.

Şewata duh li taxa Dêrqam a Liceyê destpê kir, hate kontrolkirin.